700 kesayetan ji seranserî cîhanê banga rawestandina darvekirinan li Îranê kir

Zêdetirî 700 akademîsyen, hunermend, wêjevan, rojnamevan ên gelek welatan bang li dewleta Îranê kir ku darvekirina xwepêşandêran rawestîne.

700 kesayetan ji seranserî cîhanê banga rawestandina darvekirinan li Îranê kir
13 ÇILE, 2023   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Zêdetirî 700 akademîsyen, hunermend, wêjevan, rojnamevan û hiqûqnasan ji seranserê cîhanê nameyek amade kir û tê de banga rawestandina darvekirina xwepêşandêran li Îranê kir.

Di nameyê de wiha hatiye nivisî: “Îro neteweyek ji bo jiyanê bi dest bixe, neçar maye dakeve kolanan û wek daxwazeke şoreşgerî ‘Jin, jiyan, azadî’ biqîre. Ev gel dê berdêlê bide. Dewleta Îranê sûcan li dijî xwepêşandêran pêk tîne. Bi şev û roj xwepêşandêr bi guleyan û gazên bi jehrî, di girtîgehan de di bin îşkenceyê, tecawîzê û bêrûmetkirinê de tên kuştin.”

Human Rights Watch jî di rapora xwe ya salane de bi bîr xist ku dewleta Îranê ji bo tepisandina xwepêşandanan hêzeke kujer bi kar aniye û bi sedan çalakvan bi tawanên nerast girtine û di dadgehên neheq de cezayên darvekirinê li wan dibire.

(şx)