HPG nasnameya 6 şehîdan eşkere kir û soza tolhildanê da

HPG’ê nasnameya 6 gerîlayên li Cûdiyê şehîd bûne eşkere kir û got: “Çiyayên asê yên Botanê di serî de wê bîranîna şehîdên me yên qehreman li Bakur û her dera Kurdistanê were jiyîn, em ê teqez armancên wan pêk bînin.”

HPG nasnameya 6 şehîdan eşkere kir û soza tolhildanê da
7 ÇILE, 2023   08:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê gerîlayên şehîd de ev daxuyanî da:

“Li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê artêşa Tirk li qada Girê Hirmo dest bi operasyonê kir. Piştî ku 16'ê Kanûnê bi balafirên şer û helîkopterên êrişê bombardûmaneke giran li qadê hate kirin, di navbera hêzên me û dagirkeran de şer qewimî. Hevalên me Harûn, Sara û Rûken 2 rojan bi wêrekiyeke mezin li dijî her cûre teknîka şer û bi sedan leşkerên dijmin şer kirin û şehîd bûn, yek jî kete dest. Di vî şerî de 3 dagirker birîndar bûn. Êvara 19'ê Kanûnê tîmeke me ya bi tevger li dijî hêza dijmin çalakî kir û demekê şer qewimî. Di vî şerî de ku heta 20'ê Kanûnê dewam kir 5 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî bi giranî birîndar bûn. Her wiha li gorî agahiyên xwecih helîkoptereke êrişê jî hatiye xistin. Di şer de ku 2 rojan dewam kir, hevrêyên me Rêber, Amara û Bahoz derbên giran li dagirkeran xistin, bi lehengiyeke mezin heta nefesa dawî şer kirin, piştre bombeyên xwe bi xwe ve teqandin û bi rengekî fedaî şehîd bûn.

Hevrêyên me Harûn, Sara, Rûken, Rêber, Amara û Bahoz li çiyayê Cûdî yê qedîm ê Botanê pênc rojan li dijî artêşa Tirk a dagirker û her cûre teknîka wê ya şer, di nava şert û mercên newekhev de li ber xwe dan, bi wêrekî û ruhekî fedaî şer kirin, derbên giran li dijmin xistin û bi lehengî şehîd bûn. Ev hevrêyên me wê timî bibin fermandarên me yên pêşeng. Ev şehîdên me yên leheng ku bi salan di nava şert û mercên bêeman de û di nava bêderfetiyê de bi fedakariyeke mezin li dijî dagirkeran şer kirin, bi jiyan, çalakî û meşa xwe ya ber bi şehadetê ve derbasî nava dîroka têkoşîna azadiyê bûn. Bîranîna şehîdên me yên leheng di serî de çiyayên serbilind ê Botanê wê li Bakur û tevahiya Kurdistanê bêne bîranîn, tola wan wê werin hilanîn û armanca wan teqez bê biserxistin. Li ser vê bingehê bila serê malbatên welatparêz ên hêja yên hevrêyên me yên şehîd, serê gelê me yê Botanê yê serbilind û gelê Kurdistanê sax be.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yên şehîd bûne wiha ne:

  Nav û paşnav: Ayşe Kapar

  Nasnav: Amara Rûbar

  Cihê jidayikbûnê: Etrûş

  Dayik-Bav: Taybet-Ahmet

  Dem û cihê şehadetê: 20'ê Kanûna 2022 / Cûdî

  Nav û paşnav: Sabrî Yûmak

  Nasnav: Harûn Çekdar

 Cihê jidayikbûnê: Şirnex

  Dayik-Bav: Narinc-Hamdî

  Dem û cihê şehadetê: 17'ê Kanûna 2022 / Cûdî

  Nav û paşnav: Medya Gok

  Nasnav: Sara Hêvî

  Cihê jidayikbûnê: Sêrt

  Dayik-Bav: Gulhan-Îbrahîm

  Dem û cihê şehadetê: 17'ê Kanûna 2022 / Cûdî

  Nav û paşnav: Torûntay Yildirim

  Nasnav: Bahoz Ebex

  Cihê jidayikbûnê: Wan

  Dayik-Bav: Esmaperî-Şevket

  Dem û cihê şehadetê: 20'ê Kanûna 2022 / Cûdî

  Nav û paşnav: Guler Gungen

  Nasnav: Rûken Gabar

  Cihê jidayikbûnê: Şirnex

  Dayik-Bav: Asiye-Hacî

  Dem û cihê şehadetê: 17'ê Kanûna 2022 / Cûdî

  Nav û paşnav: Yûsûf Malgaz

  Nasnav: Rêber Kiçî

  Cihê jidayikbûnê: Şirnex

  Dayik-Bav: Xezal-Abdulkerîm

  Dem û cihê şehadetê: 20'ê Kanûna 2022 / Cûdî