Rojnameyên erebî: Xwepêşandanên dijberî nêzîkbûna Şam-Enqereyê didomin

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine têkildarî xwepêşandanên li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê yên dijberî nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê, dosyaya kanala Siwêsê û kar û barên Efganistanê nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Xwepêşandanên dijberî nêzîkbûna Şam-Enqereyê didomin
7 ÇILE, 2023   07:41
NAVENDA NÛÇEYAN

LI HERÊMÊN OPOZÎSYONA SÛRIYEYÊ XWEPÊŞANDANÊN DIJÎ NÊZÎKBÛNA ENQERE-ŞAMÊ

Têkildarî nêzîkbûna di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de, rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivisî: “Li gorî dijberên lihevhatina bi hikumeta Beşar Esed re, muxalîfên sûriyeyî û saziyên sivîl ên li herêmên bakur rojavayê Sûriyê, xwepêşandanên li dijî nêzîkbûna di navbera dewleta Tirk û rejîma Sûriyeyê de ya 'li ser hesabê şoreşê', dewam kirin û daxuyaniyên şermezarkirinê dan.”

Ji Cisir El Şixûr (40 km li rojavayê Idlibê) bigire û heta bajarê Babê yê bakurê Helebê, duh bi tevlêbûna bi hezaran sûriyeyiyan û bi dirûşmeya “Em li hev nayên”, li dijî lihevanîna opozîsyona Sûriyeyê û rejîma Esed ya bi serkêşiya Enqereyê û dijî nêzîkbûna Enqere-Şamê, 22 xwepêşandan li dar ketin.

Çalakvanên sûriyeyî gotin ku xwepêşandan li Idlibê û gundewarê wê mîna Cisir El Şixûr, Kefer Texarîm, Qorqeniya, Dana, Erîha, Ramî, Sermeda, Merat Mesrîn, Teftenaz, Ermenaz, Atmê, herêmên Ezaz, Efrîn, Soran, Cerablus, Marê, Reco, Etarb, Exterîn, Qibêsîn û Mabeta yên bakurê Helebê, hatin lidarxistin. Xwepêşandêran pankartên “Em li hev nayên” bilind kirin û banga hilweşîna rejîma Sûriyeyê kir. Her wiha lihevhatina bi rejîmê re û nêzîkbûna dawîn bi Tirkiyê re ya li ser hesabê şoreşa Sûriyeyê û armanca wê, red kir. Xwepêşandêran, li dijî daxuyaniyên dawîn yên Tirkiyê ku banga nêzîkbûn û lihevhatina bi rejîma Sûriyeyê re, bi sloganan nerazîbûn nîşan da.

Li herêma Qibêsînê jî, ciwanekî sûriyeyî pankartek bi nivîsa “Em bi Esed re li hev nayên, heke tu dixwazî bi QSD`ê re li hev were” rakir.

Xwepêşandêrekî li Idlibê jî got, “Di têgîna şoreşên li dijî pergalên dîktator de, tiştek bi navê lihevhatin tune ye. Ev têgîn ji bo opozîsyonê û rejîmê derbasdar e. Lê armanca şoreşa Sûriyeyê ya hilweşandina rejîmê diyar e û derfeta lihevhatinê tune ye. Mijara lihevhatinê girêdayî Tirkiyê ye ku têkiliyên xwe bi rejîmê re vegerîne. Lê ev nayê wê wateyê ku Tirkiye fişarê li şoreşgeran bike ku bi rejîmê re lihev werin.”

SÎSÎ, RASTIYA FIROTINA KENALA SIWÊSÊ EŞKERE KIR

Rojnameya El Beyan têkildarî rewşa Misirê wiha got: “Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî roja înê niyeta Qahîreyê ya firotina kenala Siwêsê red kir. Ev yek piştî belavbûna raporên têkildarî erêkirina Meclisa Nûneran a Misirê li ser pêşnûmeya hikumetê ya avakirina sîndoqekê girêdayî desteya kenala Siwêsê, pêk hat ku hinek ew yek wek niyeta firotina kenala Siwêsê şîrove kiribû.”

Malpera “Bewabet Ehram” bi bîr xist ku Sîsî di pîrozkirina cejna rojbûna Mesîh de ew yek red kiriye.

Li gorî heman malperê, Sîsî got, “Yên behsa firotina kenala Siwês dikin tiştekî nizanin. Eger tiştekî ez bikim hebe, ez ê bêjim.”

Kenala Siwês yek ji girtîngtirîn çavkaniyên pereyên biyanî ji bo Misirê ye.”

'TRENDS: QEDEXEKIRINA KAR Û PERWERDEYÊ LI JINAN SIBEROJA EFGANÎSTANÊ TEHDÎD DIKE'

Rojnameya El Itîhad a Îmaratê jî behsa rewşa jinên Efganîstanê kir û nivîsî: “Li gorî lêkolînek nû ya navenda TRENDS, helwesta Tevgera Talîban a li hember jinan û qedexekirina kar û perwerdeyê li jinan, dê siberoja Efganîstanê tarîtir bike. Li gorî heman lêkolînê, biryarên ku di vê derbarê de derketine meyla fikirî ya Tevgera Talîban ku li ser hikumê Efganîstanê ye, nîşan dide.”

Di lêkolîna navendê ya bi sernavê “Qeydên Talîbanê li ser jinan û siberoja terorê li Efganîstanê” hatî belavkirin de, hat diyarkirin ku ev biryar bi armancên siyasî pêk tên, ji lew re perwerdeyê li yek ji endamên girîng ên gelê Efganîstanê (jinan) qedexe dikin. Ji ber ku eger jinên Efganîstanê perwerde bibin, dê zanabûnê li tevahî Efganan belav bikin. Ev yek jî dibe ku bandorê li siberoja tevgera siyasî li ser hikumê welêt bike, dibe ku planên wê yên kontrolkirina welat û tunekirina opozîsyonên muhtemel, asteng bike.

Di heman lêkolînê de hat bibîrxistin ku şermezarkirina vê yekê ji aliyê civaka navneteweyî ve têrker nîn e, divê tevdîrên aktîvtir bigire. Nexasim ku mîna van biryaran û girtina biryarên din ên mîna wê metirsiyên têkildarî avakirina hawîrdorek tundraw ku serweriya rêxistinên terorîst ên heyî li welat xurtir dike, zêdetir dike. Di heman demê de rê dide avabûna rêxistinên nû, ku ev yek gefên terorê li tevahî welatên cîhanê dike.”

(şx/cx)