Li Yemenê 2 teqîn: 4 leşker hatin kuştin

Li parêzgeha Ebîn a dikeve başûrê Yemenê 2 teqîn rû dan. Di encamê de 4 leşkerên Yemenê hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Li Yemenê 2 teqîn: 4 leşker hatin kuştin
6 ÇILE, 2023   14:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku li dergehê bajarokê Wadî Umran ê rojhilatê parêzgeha Ebîn a li ber deryayê Ereb 2 teqîn pêk hatin.

Çavkaniyeke xwecih ê Yemenî ji Tora Nûçeyan a Eyn re da zanîn ku ʹʹrêxistina El Qaîdeʹʹ ev herdu teqîn pêk anîn.

Li gorî çavkaniyan, tankereke avê û dewriyeya leşkerên hêzên başûr hatin hedefkirin.

Çavkaniyê diyar kir ku di encama herdu teqînan de 4 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 6 din birîndar bûn.

Ji meha Kanûna borî ve nêzî 8 êriş li parêzgeha Ebînê pêk hatin, piraniya wan li bajarokên Wadî Umran, Mehfed û Modiye hate kirin. Di encama van êrişan de 31 kuştî û birîndar çêbûn.

Di Mijdara borî de jî di encama rêzeêrişên ʹʹrêxistina El Qaîdeʹʹ yên li dijî parêzgehên Şebwa û Ebînê de 17 kuştî û birîndar çêbûn û ji wan leşkerekî payebilind hebû û 2 payebilindên din ji heman teqînan sax man.

(mh)