Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê lihevkirinên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin

Bi sedan Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Firatê li dijî komploya navneteweyî ya li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandanek li dar xist û desteka xwe ji QSD′ê re nîşan da.

Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê lihevkirinên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin
5 ÇILE, 2023   12:08
EYN ÎSA

Xwepêşandan ji pêş avahiya meclisa Çelebiyê dest pê kir, tê de bi sedan ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Firatê ji Kobanê, Sirîn, Çelebiyê û Eyn Îsayê beşdar bûn.

Di xwepêşandanê de pankartên "QSD′ê DAIŞ′ê têk bir û dê dagirker û terora Tirkiyê jî têk bibe", "QSD′ê serbilindiya me ye û em hemû QSD′ê ne" û wêneyên şehîdan û alên Partiya Sûriya Pêşerojê hildan.

Li Çerxerêya Şehîd Gelhat Raman a li gundê Xirab Îkê yê navçeyê xwepêşandan vegerî mîtîngê. Li wir li ser navên ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Firatê Mihemed Mihemed axivî û lihevkirinên dewletên mêtînger; Rûsya û dewleta Tirk bi hevkariya hikumeta Şamê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin şermezar kirin.

Mihemed wiha domand: "Lihevkirin û komplo bi armanca dirêjkirina krîza Sûriyê û nakokiya navneteweyî li herêmên me ne, da ku gel berdêlê wan bide. Divê em destekê bidin QSD′ê ya ku xaka Sûriyê li hember berjewendiyên dewleta Tirk diparêze."

Mihemed wiha dawî li gotina xwe anî: "Rola ciwanan di vê qonaxê li hember komploya navneteweyî ya bi armanca lawazkirina herêmên me pir girîng e. Ew yek bi hişyariya li hember van komployan pêk tê. Ji ber dijmin hewl dide proje û ewlehiya me ku bi saya fedekariyên şehîdan pêk hatine têk bibe."

Xwepêşandan bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(fr)

ANHA