Li Minbicê li dijî êrişên kîmyewî meşa bi meşaleyan

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî hêzên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve meşeke bi meşaleyan li dar xist.

Li Minbicê li dijî êrişên kîmyewî meşa bi meşaleyan
3 ÇILE, 2023   16:03
MINBIC

Di meşê de endamên ciwanên şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan beşdar bûn. Meş ji Çerxerêya Mîzan heta bi navenda ciwanan a li naverasta bjêr ve dest pê kir. Di meşê de wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên "Dem dema azadiya rêber Apo ye" û "Werin cenga azadiyê" hildan.

Li ber navendê, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Salih Cefal axivî û wiha got: "Em bi tundî hemû komployên li dijî hevrêyên me yên HPG′ê ku tê de çekên pêşketî û çekên kîmyewî yên qedexekirî tên bikaranîn şermezar dikin."

Cefal bang li tevahî gelên azad kir ku li dijî vê komploya li ser rêber Ocalan û li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li hember hêzên gerîla hevgirtî bin.

Salih Cefal di dawiyê de wiha got: "Em soz didin rêber Ocalan ku têkoşîna xwe heta rizgarkirina tevahî gelên bindest û şikandina dîwarên Îmraliyê bilind bikin û dê li ser şopên şehîdên azad bin."

Meş bi diruşmên "bijî berxwedana rêber Ocalan", "Bijî berxwedana gerîla" û"Bijî berxwedana gelên azad" bi dawî bû.

(fr)

ANHA