Serhildana li Rojhilat û Îranê di sala nû de jî didome

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku di 16’ê Îlonê de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir, di sala nû de jî dewam dike.

Serhildana li Rojhilat û Îranê di sala nû de jî didome
2 ÇILE, 2023   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN 

Xwepêşandan û çalakiyên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya di 16’ê Îlonê de bi qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî re dest pê kirin, li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dikin.

Duh li bajarê Ciwanro yê parêzgeha Kirmaşanê, li dijî tepisandina bi xwîn ya xwepêşandanan a roja înê, dikan û bazar nehatin vekirin. Roja înê li Ciwanroyê çileya 7 xwepêşanderên ku di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dabû, hat lidarxistin. Hêzên dewleta Îranê ku hêj zû de amadekariyên çewisandinê kiribû, di destpêkê de bi şîdetê hewl da girseya ku ji bo merasîmê kom bûbû, belav bikin.

Di encama gulebarana rast rast a hêzên dewleta Îranê de ciwanek bi navê Burhan Îlyasî yê 22 salî jiyana xwe ji dest da û merasîma spartina xakê vegeriya xwepêşandanek mezin. Hêzên dewletê raste raste gule li girseya beşdarî merasîmê bûyîn barand û bi 10 kes birîndar bûn.

Li bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê jî çalakiyan dewam kir.

Biryare îro li bajarê Mehabadê merasîma çileya xwepêşanderê bi navê Şemal Xedîrî Pur ê ku jiyana xwe ji dest daye, were li darxistin.

Duh li bajarên cuda cuda yên Rojhilatê Kurdistanê gelek çalakvan ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatin binçavkirin.

Duh li bajarê Semîromî yê parêzgeha Esfehanê ku di du rojên borî de ji ber xwepêşandanên çileyên kesên jiyana xwe ji dest dayîn pêlek mezin a hêzên leşkerî di ser de hatiye, jin û ciwanan bi kombûn û pêxistina agir nerazîbûnên xwe li dijî desthilatê anîn ziman.

Her çend mijara redkirina hîcaba bi darê zorê yek ji daxwazên xwepêşandêran e, lê rayedarên dewleta Îranê red dikin ku bikevin bin daxwazê. Duh agahiyek hat belavkirin ku pergala şandina peyamên nivîskî yên hişyariyê ji ajokarên wesayîtên ku jinên bê kefî tê de ne, ji nû ve dest pê kir. Ev sîstemê piştî destpêkirina Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ rawestiya bû.

Her wiha di çarçoveya daxwaza desthilata Îranê ya sergirtina mecbûrî de, duh derket holê ku li bajarên cuda yên Îranê hinek dikan û navendên bazirganiyê ji ber ku bi jinên sernegirtî re kar kirine, hatine girtin.

Rayedarên dewleta Îranê hewl didin dikandar û karsazan neçar bikin ku bi jinên ku desmal danenîne serê xwe re mijûl nebin.