Dewleta Îranê ciwanekî din jî darve kir

Dewleta Îranê vê sibehê ciwanekî din bi hinceta ku tev li xwepêşandanan bûye, bi dar ve kir.

Dewleta Îranê ciwanekî din jî darve kir
12 kanûn, 2022   08:23
NAVENDA NÛÇEYAN 

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dike. Dewleta Îranê ji bo tirsandina gel û bidawîkirina serhildanan, dest bi darvekirinan kiriye.

Rojnewsê ragihand ku Li gorî malpera Mizan online ya ku ser bi dezgeha edlî ya Îranê ve ye, da zanîn ku vê sibê ciwanê bi navê Macidreza Rehneward jî hatiye bidarvekirin.

Macidreza Rehneward bi hinceta ku 2 karmendên ewlekariyê di xwepêşandana li bajarê Meşhed de bi kêrê kuştiye û 4 jî birîndar kirine, hate darvekirin. Rahnavard di 17’ê Cotmehê de hatibû girtin.

Roja pêncşemê Mohsen Şekarî yê 23 salî bi hinceta ku endamekî Besîcan birîndar kiriye, hatibû darvekirin.