​​​​​​​Swîsre: Êrişên Tirkiyê ne li gorî hiqûqa navneteweyî û şertê NYʹyê ye

Konseya Federal a Swîsreyê ragihand ku ew mijara êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk dişopînin. Konseyê diyar kir ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava jî ne li gorî hiqûqa navneteweyî û şertê Neteweyên Yekbûyî ye.

​​​​​​​Swîsre: Êrişên Tirkiyê ne li gorî hiqûqa navneteweyî û şertê NYʹyê ye
11 kanûn, 2022   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Federal a Swîsreyê bersiv da pêşnûmepirsên Parlamentera Partiya Sosyalîst a Parlamentoya Neteweyî Claudia Friedl û ji Keskan Nikolas Walder ên li ser êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewÎ û êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojava.

Konseya Federal ku ji rêveberiya welêt berpirsyar e ev bersiv da:

"Wezareta Karên Derve ya Federal a Swîsreyê bi meqamên Tirk re di nava têkiliyê de ye. Wezaretê piştî van êrişên hewayî yên Tirkiyeyê ku ne li gorî hiqûqa navneteweyî û şertê Neteweyên Yekbûyî ye, fikarên xwe tavilê anî ziman. Bang li Tirkiyeyê hatiye kirin ku di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de erkên xwe bi cih bîne û çi dibe bila bibe rê nede kuştina sivîlan. Swîsre weke welatê malovan ê hevdîtinên li Cenevreyê, ji bo piştevaniya li aştî û ewlehiya li herêmê bi rengekî du alî û piralî bi rengekî çalak dixebite.

Herî dawî Swîsre û partnerên wê, mijara têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ku tê îdîakirin ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye bikaranîn dişopînin. Bi taybetî baweriya xwe bi pozîsyona Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) a li dijî van sûcdariyan tîne.ʹʹ