Bi sedan şêniyên Hesekê şehîd Ebdullah oxir kir

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ebdullah El Ebdullah li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê yê bakurê Hesekê oxir kir.

Bi sedan şêniyên Hesekê şehîd Ebdullah oxir kir
9 kanûn, 2022   10:40
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê, endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî merasima oxirkirina şehîd Ebdullah El Ebdullah bûn, ku 7`ê Kanûnê dema erka xwe bi cih dianî gihîştibû asta şehadetê.

Cenazeyê şehîd ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan hat wergirtin û girseya gel ber bi goristanê ve bi rê ket.

Li goristanê, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Bedrî Hewale axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Hesekê Ebdulsetar Hesekê jî diyar kir ku şehîd rêya gelan ronî dikin û bi fedakariyên xwe rêya berxwedana rewa ya parastinêa xakê li hember dagirkeran xêz kirin.

Di dawiya merasimê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin, piştre cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan de hat veşartin.

ANHA