Bedran Çiya Kurd: Ferzkirina Peymana Edeneyê neheqiyek e

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd bersiv da daxuyaniya wezîrê karên derve ya Rûsyayê ya têkildarî Peymana Edeneyê û got "Ferzkirina Peymana Edeneyê neheqiyek e, gelên herêmê vê peymanê qebûl nakin."

Bedran Çiya Kurd: Ferzkirina Peymana Edeneyê neheqiyek e
8 kanûn, 2022   09:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd di hevpeyvînekê de ku malpera fermî ya Daîreya Têkiliyên Derve weşandiye, got: "Rêveberiya Xweser diyalogên nîştimanî wek bingeha pêkanîna îstiqrar û çareseriya siyasî ya adilane ji bo tevahî sûriyan dipejirîne. Li ser vê bingehê hewldanên cidî dike da ku encamên pratîk pêk werin. Rêveberiya Xweser navbeynkariya Rûsyayê pêşwazî kir, ruxmî ku rejîma Sûriyê hîna zehmetiyan di qebûlkirina diyalogên li ser esasê pêkanîna guhertineke li Sûriyeyê de dibîne ku pêwîstiya tevahî sûriyan pê heye."

Bedran Çiya Kurd bal kişand ser daxuyaniyên wezîrê karên derve yên Rûsyayê Sergey Lavrov  jî û wiha axivî: "Di çarçoveya daxuyaniya wezîrê karên derve yê Rûsyayê ya têkildarî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku di 7ʹê Kanûna 2022ʹyan de parve kiribû,  behsa gelek mijaran kiribû. Em dikarin daxuyaniyn wî wek ʹdûrî rewşêʹ bi nav bikin. Rêveberiya Xweser yekitiya xaka Sûriyê û yekitiya civaka wê parastin û hîna diparêze, ji wê zêdetir Rêveberiya Xweser ev rêgez li ser erdê pêk anî, di vê çarçoveyê de herêmê biparêze û nehişt ku bikeve destê Tirkiyê û komên wê yên ku niha li herêmên di bin serweriya wan de parçebûnê dikin, her wiha herêm veguherandin wîlayetên îslamî yên tundraw yên ku gefê li tevahî cîhanê û Rûsyayê jî dixwin."

Çiya Kurd diyar kir ku Rêveberiya Xweser bi hemû hêza xwe ji bo parastina yekitiya Sûriyê tê dikoşe û wiha dom da axaftina xwe: "Li şûna ku me bi parçekirinê tawanbar bikin, bila lêpirsîn û lêkolînekê li ser herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, pêk bînin. Herêmên ku hatine dagirkirin bûne wîlayetên tirkî û ji aliyê Tirkan ve tên birêvebirin. Ji rêgazên me yên stratejîk diyalogên nîştimanî yên sûrî û çareseriya di çarçoveya Sûriyê de ye, ji ber ku Şam rûyê çareseriyê ye. Ruxmî serhişkiya rejîma Sûriyê ku rewşa li ser erdê red dike, lê hîna em ji bo çareseriyeke sûrî ya nîştimanî tê dikoşin ku mafên edalet û wekheviyê yên hemû sûriyan mîsoger bike."

Çiya Kurd destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser amade ye beşdarî xebatên çareserkirina aloziya Sûriyê bibe û got: "Li ser vê yekê em hemû hewldanên çareserkirinê pêşwazî dikin. Hewndanên Rûsyayê hene ku nêrînan nêzîk hev bike, em jî hîna di vî warî de dixebitin û têkoşîna me ya ji bo vê yekê berdewam e."

Bedran Çiya Kurd anî ziman ku Rêveberiya Xweser ne girêdayî rêveberî yan biryarên kesî ye û got: "Em di biryarên xwe de serbixwe ne û hemû cûreyên destwerdanên derve di siberoja Sûriyê de red dikin."

Çiya Kurd tawanên li dijî Rêveberiya Xweser red kirin û got: "Em teqez dikin ku tawanên cudaxwaziyê yên li dijî me, gotinên ku em diyaloqan qebûl nakin, xwendineke siyasî ya ne durist e, di serî de xizmeta Tirkiyê û ajandeyên wê dikin."

Têkildarî peymana Edeneyê, Çiya Kurd wiha got: "Têkildarî koma Astanayê ku behsa Peymana Edeneyê dike, ev peyman ne rewa ye û li dijî berjewendiyên gelê me ye, her wiha ne bi biryara Meclisa Gel a Sûriyê derketiye, lê peymaneke ewelehiyê ye, nayê qebûlkirin, ev peyman ji bo rewakirina dagirkeriya Tirk e. Ferzkirina Peymana Edeneyê neheqeiyeke û ji aliyê gelê herêmê ve nayê qebûlkirin. Ferzkirina vê peymanê dagirkeriya Tirk a li herêmên Sûriyê, di serî de Efrîn û herêmên din ên dagirkirî xurt dike."

ʹYEKITIYA SÛRIYÊ BI BIDAWÎKIRINA DAGIRKERIYA TIRK DEST PÊ DIKEʹ

Çiya Kurd girîngiya bidawîkirina dagirkeriya Tirk wekî şertekî bingehîn ji bo parastina yekitiya xaka Sûriyê destnîşan kir û wiha domand "Tiştka ku em dixwazin, parastina welatê me Sûriyê, parastina yekitiya wê û pêkanîna istiqrarê li Sûriyê ye. Em her tim amade ne ku armancên xwe pêk bînin bi şertê ku hewldan û niyetên cidî yên li gorî rewş û rastiyê hebin. Em teqez dikin ku Sûriyê hatiye guhertin û pêwîstiya wê bi guhertineke rasteqîn ber bi demokrasiyê ve heye. Em teqez dikin ku yekitiya Sûriyê bi bidawîkirina dagirkeriya Tirk û kiryarên wê yên li dijî nasnameya Sûriyê û li dijî tevahî sûriyan dest pê dike."

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd anî ziman ku pêkanîna îstiqrarê li Rojhilata Navîn bi çareserkirina pirsgirêka kurdî ve girêdayî ye û wiha got: "Ji destpêka avabûna şaristanî û çandan ve Kurd li herêmê û Rojhilata Navîn pêkhateyeke bingehîn û resen e. Lê ji ber siyasetên dewletên navendî ev pirsgirêk nehatiya çareserkirin û mafên Kurdan tên înkarkirin. Di sed salên dawîn de siyasetên qirkirin û înkarkirinê li dijî Kurdan zêde bûne. Heger pirsgirêka kurdî li Îran, Tirkiyê û Sûriyê neyê çareserkirin, îstiqrar pêk nayê û dê gelek pirsgirêkên bi girêk hebin. Divê ev dewlet û dewletên têkildar rastiya pirsgirêka kurdî û dîroka vê pirsgirêkê nas bikin ku xwe ji bo çareseriyê ferz dike. Bêyî çareserkirina pirsgirêka kurdî îstiqrar ne pêkan e."

(bb)