​​​​​​​Kevana Zêrîn ji bo xwedîderketina li Rêber Ocalan bang kir

Tevgera Çand û Hunerê ya Jinên Kevana Zêrîn destnîşan kir ku ew derbarê rewşa fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de bi fikar in û bang li hunermendan kir ku di nava çalakiyan de bin.

​​​​​​​Kevana Zêrîn ji bo xwedîderketina li Rêber Ocalan bang kir
8 kanûn, 2022   08:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî tecrîda girankirî li dijî Rêber Abdullah Ocalan, Tevgera Çand û Hunerê ya Jinên Kevana Zêrîn daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Tevgera Çand û Hunerê ya Jinan a Kevana Zêrîn daxuyaniyek weşand û got, “Nêzî 20 meh in bi ti awayî agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin ku di bin tecrîdeke giran de ye. Ev rewşa ku cihê xwe di hiqûqê de nîne, herî dawî piştî ku CPT çû Îmraliyê û ragihand ku hevdîtin bi Rêber Apo re hatiye kirin, gelê Kurd û dostên wan hîn bûn ku hevdîtineke bi vî rengî nehatiye kirin, lewma jî fikarên li ser rewşa Rêberê me zêde bûn. Ev fikar bû hêrsek li hemberî helwesta saziyên navneteweyî ya binpêkirina hiqûqa xwe.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrişên li ser Rêber Abdullah Ocalan li cem gel û jinên Kurd xeta sor e: “Ev qonaxa ku CPT jî tevlêbûye, metirsiyeke cidî li ser hebûna fîzîkî ya Rêberê me çêdike. Em bang li hunermendên jin, hemû hunermendan û rewşenbîran dikin ku heta CPT daxuyaniyekê bide; parêzer û malbata Rêberê me biçin hevdîtinê, bi çalakiyan erka li ser milê xwe pêk bînin. Eger em îro karibin; muzîk, şano, sînema û hunera bi kurdî bikin ev yek bi saya Rêber Apo û lehgan e, bi felsefeya Rêber Apo li ber xwe didin. Heta ku em encamê werbigirin bi hunera xwe dakevin qadan, heta tecrîda li ser Rêber Apo bê şikandin li ber xwe bidin.”

(sb)

ANHA