Ji QSD`ê bîlançoya êrişên dagirkeriyê ya 5`ê Kanûnê

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe daxuyaniyek da, tê de bîlançoya êrişên artêşa Tirk a dagirker a 5`ê Kanûnê eşkere kir.

Ji QSD`ê bîlançoya êrişên dagirkeriyê ya 5`ê Kanûnê
6 kanûn, 2022   12:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyanî wiha ye:

“Top û tankên dewleta Tirk a dagirker herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîn bombebaran dikin, di bombebaranê de mal û erdên çandiniyê ên sivîlan dibe armanc, li Zirgan, Şehba û Kobanê topxaneya dagirkeriya Tirk malên sivîlan û saziyên xizmetguzariyê kir komek ji axê, Kameraya rojnamevan û çalakvanan sûcê dewleta Tirk li dijî herêmê û niştecihên wê belge kirin.

Encama êrîşên dagirkeriyê yên saatên dawî ya roja 4`ê Kanûnê û encamên roja 5`ê Kanûnê ev in:

4`Ê KANÛNÊ

1-Herêma Cizîrê:

Til Temir;

Gundên Til Leben, Gozeliyê û depoyên Um El Kêf bi obus û hawanan hatin topbarankirin, bi doçkayan jî hatin gulebarankirin.

Zirgan;

Gundên Bobî, Dada Ebdal, Mihermela û bajaroka Zirganê 31 caran bi hawanan hatin topbarankirin û bi doçkayan hatin gulebarankirin.

Li hember van êrişan hêzên me di heman wextê de bersiv dan.

2-Herêma Firatê;

Girê Sipî;

Gundên Kor Hesen, Bîr Kîno, Erîda û Sileybî 2 caran bi obusan, 4 caran bi hawanan hatin topbarankirin û bi doçkayan hatin gulebarankirin.

Eyn Îsa;

Rojhilatê bajarok bi doçka û bombeavêjan hatin gulebarankirin.

5`Ê KANÛNÊ

1-Herêma Efrînê:

Gundên Şêx Hîlal, Hirbil, Samûqa, Minix, Şêx Îsa, Kefer Naya, Bendava Şehba, Kefer Garês, Bênê, Soxanekê, Aqîbê, Meyasê, Şewarxa, Malikiyê, Îrşadiyê û bajaroka Til Rifatê 33 caran bi obusan, 30 caran jî bi hawanan hatin topbarankirin.

Balafirek keşfê gundê Eyn Deqnê bombebaran kir.

2-Herêma Cizîrê:

Til Temir;

Gundên Um El Kêf, Til Leben, Gozeliyê, Şêx Elî û depoyên Um El Kêf bi obusan hatin topbarankirin û bi doçkayan hatin gulebarankirin.

2-Herêma Firatê:

Kobanê;

Gundên Zormexar, Çariqlî, Koran, Xerbîsan, Cîşan, Xanê, Qeremox û bajaroka Şiyûx bi obus û hawanan hatin topbarankirin.

Girê Spî;

Gundên Til Xan, Dibis, Ebû Sira, Kor Hesen, Seyda, Zenûbiya û rêya M4 2 caran bi obusan, 3 caran jî bi hawanan hatin topbarankirin.

Minbic;

Gundên Korheyûk û El Kawiklî 7 caran bi obusan hatin topbaran kirin.”

(cx)