​​​​​​​Hewldana reva ji kampa Holê hate têkbirin

Şevê din sê jinan hewl dabû ji kampa Holê ya girêdayî kantona Hesekê birevin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn hewldana revê têk birin û tedbîrên xwe yên ewlekariyê zêde kirin.

​​​​​​​Hewldana reva ji kampa Holê hate têkbirin
5 kanûn, 2022   13:27
 HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatine wergirtin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn hewldana revê ya sê jinan ji kampa Holê têk biriye.

Li gorî çavkaniyan, her sê jin ji nasnameyên sûriyeyî û iraqî ne.

Hate ragihandin ku hêzên ewlekariyê ji bo rêgirtina li reva çeteyan tedbîrên xwe xurt kirine, nexasim ku li herêmê mijeke dijwar heye ku çete dikarin jê sûd werbigirin û hewl bidin birevin.

(cx)

ANHA