​​​​​​​MSD`ê piştgiriya xwepêşandanên li Siweydayê kir

MSD`ê ragihand ku ew piştgiriya şêniyên Siweydayê dike û hedefgirtina xwepêşandanan şermezar kir. MSD`ê bang li desthilata Şamê kir ku li siyasetên xwe yên li Sûriyê dimeşîne vegere ji ber ku rewş trajedîk bûye.

​​​​​​​MSD`ê piştgiriya xwepêşandanên li Siweydayê kir
4 kanûn, 2022   21:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk têkildarî xwepêşandanên li Siweydayê daxuyaniyek da û tê de bang li hikumeta Şamê kir ku li siyasetên xwe ku li Sûriyê dimeşîne veger.

Daxuyaniya MSD`ê wiha ye:

"Em bi girîngiyeke mezin xwepêşandanên gel li bajarê Siweyda dişopînin ku di 4`ê Kanûnê de li ber avahiya Saraya derketin û ji aliyê komên alîgirên hikumeta Şamê ve rastî êrişê hatin. Di encamê de 2 ciwan jiyana xwe ji dest dan. Ev xwepêşandanên gel ji ber rewşa nebaş a civakî, xirabbûna rewşa aborî ya welatiyan, bêparbûna welatiyan ji sotemenî, madeyên germkirinê, av, kehrebe û bihabûna giştî, ji bilî ewlehiyê, ji ber rewşa aloz pêk tên. Tevliheviya li vê parêzgehê, ku tê de milîs roleke binbirrker dilîzin, wek dizî, talankirin, leşkerîkirin, qaçaxçiya narkotîkê û belavkirina gendeliyê di nav ciwanan de.

Bi ser de jî, şert û mercên nebaş tenê bi parêzgeha Siweydayê re sînordar nîn in, belkî hemû deverên di bin kontrola desthilata Şamê de zirarê dibînin. Ev yek jîngeheke guncew çêdike ku rewş biteqe.

Berdewamkirina van polîtîkayên kerkirinê ji aliyê desthilata Şamê ve ku her guhertinekê red dike, ê nekare di şert û mercên heyî yên Sûriyê de guhertinên erênî pêk bînin.

Divê ev desthilat berî ku pir dereng be, bizane ku şert û mercên xirab ên aborî, civakî û ewlekarî li welat berdewam in û dê ber bi felaketên mirovî ve biçe, ku dê di encamê de serhildan li dar kevin.

Em piştgirtiya xelkê bajarê Siweydayê dikin. Armanckirina xwepêşandêran şermezar dikin. Daxwaz ji desthilata Şamê dikin ku siyaseta xwe der barê rewşa Sûriyê de, ya ku bûye trajîk, ber çavan re derbas bike. Divê Rûsya berpirsiyariyên xwe ji bo parastina ewlehiya xelkê Siweydayê bîne cih.”