Li herêma Firatê bi hezaran kes li tecrîdê derketin

Bi dirûşmeya “Bi ruhê gelê şoreşgerî em ê şoreşa xwe bi ser bixînin û Rêber Apo azad bikin” bi hezaran şêniyên herêma Firatê li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan derketin û banga azadiya wî ya fîzîkî kir.

Li herêma Firatê bi hezaran kes li tecrîdê derketin
4 kanûn, 2022   12:12
 KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên herêma Firatê li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê kom bûn û dest bi xwepêşdanê kir.

Di xwepêşandanê de wêneyên Rêber Ocalan hatin bilindkirin û dirûşmeyên wekî “Bê Serok Jiyan Nabe” , “Bimirin mêtînger” hatin berzkirin û xwepêşandêr ber bi Taxa Kobaniya Nû ve meşiyan.

Li wê derê, endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Macîda Hesûn axivî, tecrîd û bêdengiya hêzên navneteweyî li hember binpêkirinên mafên girtiyan ji dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kirin.

Macîda diyar kir ku hêzên navneteweyî mafên mirovan îdia dikin, lê belê di mijara Rêber Ocalan de xwe bêdeng dikin û destnîşan kir ku şidandina tecrîda li dijî Rêber Ocalan nûkirina komploya ku beriya bi salan li dijî rêbertî pêk hatiye ye.

Macîda got ku Rêber Ocalan ruh bi wan ve aniye û bi fikr û felsefeya xwe hêz di wan de çandiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê şerê gelê şoreşgerî dewam bikin, da ku em ji destê zordestan xilas bibin. Divê hemû gelên herêmê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker hevgirtî bin û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan têbikoşin.”

Xwepêşandan bi dirûşmeya “Berxwedan Jiyan e” bi dawî bû.

(cx)

ANHA