​​​​​​​Li dijî baregeha Zilîkan a dewleta Tirk êrişa bi moşekan

Baregeha dewleta Tirk a dagirker a navçeya Zilîkan a Başîkê ye bi moşekan hat hedefgirtin.

​​​​​​​Li dijî baregeha Zilîkan a dewleta Tirk êrişa bi moşekan
3 kanûn, 2022   19:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Roj News`ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwecih, ragihand ku baregeha Tirkiyê ya navçeya Zîlkan a parêzgeha Başîka ya bajarê Mûsilê bi moşekan hate bombebarankirin.

Ajansê li ser zimanê çavkaniyekî ragihand ku baregeha bi 4 moşekan hedef hatiye girtin.

Hêzên Parastina Îslamî ya Lîwaya Ehrar El-Iraq berpirsyartiya êrişê girt ser xwe. Lîwaya Ehrar El-Iraq ragihand ku bi 4 moşekên 122 milîm baregeh kirine hedef û li navenda baregehê ketine xwarê.