Ciwan û Kongra Star a Helebê: Em ê piştgiriyê bidin berxwedana Îmraliyê

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Kongra Star û şênyên Helebê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got ew ê piştgiriyê bidin berxwedana rêber Ocalan ê li Îmraliyê.

3 kanûn, 2022   14:10
HELEB

Ji bo destekdayîna berxwedana rêber Ocalan û berxwedana şêniyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Kongra Star konê çalakiyê li Şêxmeqsûd a Helebê vegirt. Dê çalakî du rojan dewam bike.

Çalakiyên roja destpêkê bi kombûna bi sedan endamên saziyên sivîl û şêniyan li nêzî keraca Efrînê ya kevn dest pê kir. Piştre bi meşekê ber bi herêma Cebanat a li rojhilatê Şêxmeqsûdê ve ketin rê.

Şêniyan di meşê de wêneyên rêber Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan hildan. Di dema şêniyan berê xwe dida konê çalakiyê berxwedana şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav kir û banga cezakirina dagirker û xayînan xwest.

Li bin konê çalakiyê endama Koordînasyona Kongra Star Vêrcîn Mihemed, endama rêveber a tevgera ciwanan Hêva Bekir, endamê rêveber ê Xeta Şehîd Rûbar Qamişlo Bedran Hemo û endamê PYD′ê Elî Mistefa axivîn.

′LI DIJÎ KURDAN ŞEREKÎ TOPYEKÛN′

Vêrcîn da zanîn ku ji ber binketina hikumeta Tirk di siyasetên hundirîn û derve de û paşketina alîkariya gel hişt ku êrişên hovane pêk bîne. Di wan êrişan de dixwazin hêviyên gelê Kurd ên jiyaneke azad û rûmet têk bibe.

Vêrcîn diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêyên êrişên xwe yên hovane yên li dijî Kurdan şerekî topyekûn dimeşîne û hewl dide ji nû ve çeteyên DAIŞ′ê zindî bike û destkeftiyên gelê herêmê têk bibe.

′GEL BERXWEDANA XWE JI ÎMRALIYÊ WERDIGIRE′

Li aliyekî din jî endama rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Hêva Bekir wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide gelên herêmê qirk bike û wan ji hêzên wan tecrîd bike. Lê berxwedana li çiyayên Kurdistanê ên li dijî hêzên faşîst piştgirî da berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

Hêva got QSD′ê xwedî rêgez in û heta rizgarkirina tevahî xakên herêmê teslîm nabin.

Hêva di dawiyê de got: "Israra gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji berxwedana dîrokî ya rêber Ocalan e."

′SERKEFTIN DI BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNÊ DE YE′

Li aliyekî din jî endamê Partiya Yekitiya Demokratîk Elî Mistefa got: "Divê berxwedan û têkoşîn li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker werin bilindkirin."

Mistefa wiha domand: "Hevgirtina şêniyên bi şervanan re erkeke dîrokî ye ku ked bibin yek û serkeftin misoger bibe."

Bedran Hemo jî wiha got: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê ne cara yekemîn û dawî ne, ew bi vê yekê hewl dide vîna gelên berxwedêr bişikîne."

Hemo eşkere kir ku ew hêza xwe ji tevgera azadiya Kurdistanê digirin.

ANHA