Washington: Em amade ne bi Moskovê re dan û standinan bikin

DYA`yê ragihand ku ew amade ye têkildarî ‘Peymana New Start’ a nukleerî bi Rûsyayê re dan û standinan bike.

Washington: Em amade ne bi Moskovê re dan û standinan bikin
3 kanûn, 2022   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) da zanîn ku DYA amade ye têkildarî Peymana New Start a nukleerî dan û standinan bi Rûsyayê bike.

Rûsyayê vê hefteyê li Qahîreyê dan û standinên bi rayedarên DYA’yê re yên têkildarî peymanê heta demeke nediyar taloq kiribû.

Peymana New Start, peymana dawîn a nukleerî ya di navbera Washington û Moskovê de ye ku wek “mezintirîn hêzên nukleerî yên cîhanê” tên hesibandin û hejmara serikên şer ên nukleerî yên her du aliyan diyar dike. Her wiha xwedî wateyeke sembolîk û pratîk e.

(cx)