​​​​​​​Şêniyên gundê Şêx Hesen piştgiriya xwe bi QSDʹê re nîşan da

Şêniyên gundê Şêx Hesen ê navçeya Eyn Îsayê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û piştgiriya xwe bi QSDʹê re nîşan da.

​​​​​​​Şêniyên gundê Şêx Hesen piştgiriya xwe bi QSDʹê re nîşan da
2 kanûn, 2022   18:41
EYN ÎSA

Bi dehan şêniyên gundê Şêx Hesen ê dikeve rojhilatê navenda navçeya Eyn Îsayê bi meşekê êrişên dagirkeriyê yê dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Meş ji ber avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve dest pê kir. Di meşê de dirûşmên "Gelê Sûriyê yek e", "Sûriye azad e, dagirker derkeve derve" û "Bijî berxwedana QSDʹê" hatin berzkirin.

Ji rûspiyên eşîra El Bû Esaf, Abid Mûsa El Hesen axivî û got: "Em êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Sûriyê şermezar dikin û teqez dikin ku em  li hemberî dagirkeran disekinin."

Welatiyê bi navê Elî Îsa jî anî ziman ku armanca dagirkeran ew e ku ewlehiya herêmê ya ku bi saya QSDʹê hatiye mîsogerkirin, têk biçe.

Elî Îsa got: "Di şerê li hemberî dagirkeran de em bi QSDʹê re ne."

ANHA