Kongreya 21ʹemîn a KNKʹê dest pê kir

Kongreya 21’emîn a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi tevlêbûna bi sedan delege û nûnerên partiyên siyasî yên Kurdistanê dest pê kir.

Kongreya 21ʹemîn a KNKʹê dest pê kir
2 kanûn, 2022   15:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi tevlêbûna bi sedan delege û nûnerên partiyên siyasî yên Kurdistanê kongreya 21ʹan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li Hollandayê dest pê kir.

Hevserokên KNK’ê Zeyneb Mûrad û Ehmed Karamûs axaftinên vekirinê yên kongreyê kirin û diyar kirin ku berteka navneteweyî li dijî dagirkeran heye.

Kongreya Neteteweyî ya Kurdistanê (KNK) ku 26’ê Gulana 1999’an li Ewropayê kongreya xwe ya avakirinê li dar xist, ji bo lidarxistina kongreya xwe ya 21’emîn hat ba hev. Ji her çar parçeyên Kurdistanê tevlîbûn ji kongreyê re çêbû û ji xeynî delegeyan, nûnerên partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar û çavdêrvan tevlî bû.

Di kongreyê de gotinên “Jin jiyan azadî”, “Em li dijî êrهşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê rawestin” û “Parastina Rojava, erkê neteweyî ye” derketin pêş.

Li ser navê Komîteya Amadekar Zubeyîr Aydar axaftina vekirinê ya kongreyê kir. Aydar diyar kir ku ew di pêvajoyek girîng de kom bûne û qala girîngiya kongreyê kir. Piştre dest bi hilbijartina dîwanê hat kirin.

Serokê dîwanê Adem Ûzûn diyar kir ku Kurd di pêvajoyek girîng re derbas dibin û got: “Em weke Kurd li dijî êrişên qirkirinê têkoşîna hevpar bidin.”

Kongre wê heta roja Duşemê dewam bike. Piştî hilbijartina dîwanan hevserokên KNKʹê Zeyneb Mûrad û Ehmed t Karamûs yek bi yek axivîn.

Zeyneb Murad qala tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan kir û got: “Di serî de tecrîd, divê em li dijî êrişên li ser gelê Kurd, têkoşîna hevpar bidin.ʹʹ

Ehmed Karamûs jî qala geşedanên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê kir û wiha got: “Pirgirêka herî mezin a Rojhilata Navîn, pirsigirêka Kurd e. Heta ku pirsgirêka Kurd, neyê çareserkirin, aştî û aramî nayê Rojhilata Navîn. Sedemê mezin ê van pirsgirêkan dewleta Tirk e. Beşek mezin ê xaka Kurdistanê dagir kiriye.”

Kongre bi axaftinên nûnerên partiyên siyasî dewam dike.