Şêniyên Qamişlo ji bo rêber Ocalan meşiyan

Pêkhateyên Qamişlo bi meşekê banga xurtkirina têkoşînê û xwedîderketina li berxwedana Rêber Abdullah Ocalan ta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî kir.

Şêniyên Qamişlo ji bo rêber Ocalan meşiyan
1 kanûn, 2022   12:02
QAMIŞLO

Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê ji bo piştgiriya helwesta Rêber Abdullah Ocalan a redkirina hevdîtina bi CPTʹyê re meşek li dar xist.

Bi sedan Kurd, Ereb û Suryan û endamên TEV-DEM, Tevgera Ciwanên Şoreşer, PYD, Kongra Star, hiqûqnas û Yekitiya Jinên Ciwan de tev li meşê bûn.

Meşê ji çerxerêya Şerq a li rojhilatê bajarê Qamişlo dest pê kir. Tê de dirûşmên "Bijî Serok Apo"û "Bê serok jiyan nabe" hatin berzkirin û wêneyên Rêber Ocalan hatin hildan.

Meş li ber avahiya Şaredariya Gel a Qamişlo rawestiya. Piştî deqeya rêzgirtinê, endamê Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê Kenan Berekat axivî. Kenan Berekat berxwedana gel a li hemberî êrişên dewleta Tirk silav kir û got: "Gelê beşdarî vê meşa piştgiriyê bûye, li hemberî êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe dide û bi îrade û israreke xurt bi xaka xwe ve girêdayî. Ev gel careke din xwedîderketina xwe li Rêber Ocalan û berxwedana wî ya li girtîgeha Îmraliyê nîşan dide."

Berekat bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan "Tecrîd heta roja me ya îro berdewam dike, lê gelê me têkoşîna xwe ya li ser esasê fikrê Rêber Ocalan didomîne û hêz û îradeya xwe ji hêzên xwe yên leşkerî û berxwedana Rêber Ocalan digire. Ev yek îsbat dike ku gel bi fikrê rêbertiya xwe ve girêdayî ye."

Kenan Berekat di dawiyê de bang li şêniyan kir ku ji bo mîsogeriya azadiya fîzîkî ya rêbertî têkoşînê xurt bikin û li derdora rêbertiya xwe kom bibin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Berxwedan jiyan e", "Serkeftin ya me ye" û tîlîliyên dayikan bi dawî bû.

(bb)

ANHA