Li Filistînê 3 kes hatin kuştin û 22 jî birîndar bûn

Hate ragihandin ku di şerê navbera Filistîniyan û hêzên Îsraîlê de 3 filistînî, di nav de bu bira hatin kuştin û 22 kesên din birîndar bûn.

Li Filistînê 3 kes hatin kuştin û 22 jî birîndar bûn
29 mijdar, 2022   09:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di şerê li Difa Xerbiyê de 3 filistînî hatin kuştin.

Wezareta Tenduristiyê got: " Cewad Ebdurehman Ebdulcewad Rîmawî (22) û birayê wî Zafir Ebdurehman Ebdulcewad Rîmawî (21) bi guleyên dagirkeran li gundê Kefer ê navçeya Ramellah birîndar bibûn, şehîd bûn. Li bajarokê Beyt Emir ê başûrê bajarê Beyt Lehem jî welatiyek ku di serî xwe de bi giranî birîndar bibû, şehîd bû."

Komeleya Heyva Sor jî ragihand ku di şerê li Beyt Emir de 22  filistînî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de got: "Di operasyoneke asayî ya li nêzî bajarokê Beyt Emir de, dema ku du erebeyên girêdayî artêşa Îsraîlê de xirab bûn, kiryarên tevlihevî û tundî ji aliyê 10 kesan ve hat derxistin û leşkeran da ber bi kevir û teqemeniyan, her wiha gule avêtin leşkerên ku xwestin rewşa tevlihev bisekinin."

(bb)