Pisporê kar û barên terorê hişyarî da: Ji ber êrişên dewleta Tirk DAIŞ dê zindî bibe

Pisporê tevgerên tundraw û terora navneteweyî Mûnîr Edîb li ser xetereya reva bi hezaran tundrawan hişyarî da û got ev ê zirarê bigihîne tevahî cîhanê. Edîb îşaret bi dewleta Tirk kir û got ew hewl dide ji cîhanê û ji hin welatên ku li dijî vê rêxistina terorîst tê dikoşin, tolê hilde.

Pisporê kar û barên terorê hişyarî da: Ji ber êrişên dewleta Tirk DAIŞ dê zindî bibe
29 mijdar, 2022   06:03
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED SEMÎR

Balafirên dewleta Tirk a dagirker kampa Holê, her wiha navendên ragirtina çeteyên DAIŞ'ê yên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de, bombebaran kirin. Bi vî rengî jî piştgiriya xwe ji çeteyên DAIŞ'ê re piştrast kir.

Balafirên artêşa Tirk a dagirker cihên ku çeteyên DAIŞ'ê lê girtî ne, dike hedef. Têkildarî mijarê, lêkolîner û pisporê kar û barên tevgerên tundraw û terora navneteweyî Mûnîr Edîb ji ANHA’yê re axivî. 

'TÊKILIYA TIRKIYÊ BI HEMÛ RÊXISTINÊN TUNDRAW RE HEYE'

Li ser têkiliyên dewleta Tirk û DAIŞ'ê, Edîb wiha got: "Di navbera dewleta Tirk û hemû rêxistinên tundutujî û tundraw de têkilî heye. Di serî de jî rêxistina bi navê 'Dewleta Îslamê' ku bi navê 'DAIŞ' tê naskirin. Ev têkiliya dewleta Tirk û tevgera Îxwan Musilmîn; di warê fikirî de ji bo komên tundraw ên din strageh peyda kir. Her wiha piştgirî da rêxistinên herî tundraw yên weke DAIŞ, El Qaîde, Cebhet El Nusra û hwd."

Edîb destnîşan kir ku vê piştgiriyê gelek reng û şêwe girtin û got, “Dibe ku bi rêya derbasbûna van rêxistinan ji Sûriyê re di hin deriyan re wekî Girê Spî, her wiha bi rêya fînansekirina wan û piştgiriya wan di warê aborî de.”

Edîb di dewama axaftina xwe de wiha got: "Dewleta Tirk ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî yên teng, petrola ku di bin kontrola DAIŞ'ê de bû ku bi nirxekî erzan dikirî. Dibe ku ev ji bo armancek mezintir û pêşkêşkirina piştgiriya aborî ji vê rêxistina tundraw re bi rêya dan û standinên aborî yên pê re be."

'ARMANCA SEREKE YA TIRKIYÊ VEJANDINA DAIŞ'Ê YE'

Li ser zêdebûna êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bandora wan li ser hewldanên têkbirina DAIŞ'ê û encamên wê li ser vê pêngavê, Edîb wiha got: "Operasyona leşkerî ya vê dawiyê ya ku dewleta Tirk li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk pêk anî, armanca wê ya sereke ew e ku DAIŞ ji nû ve hilberîne û hewl bide ku tevliheviyê di zindan û kampan de derxîne. Her wiha hewl dide li van deveran bixe ku dibe tevlihevî çêbibe, bi vî rengî jî bibe sedema ku DAIŞ birevin an bi kêmanî QSD nikaribe van zindanên ku DAIŞ tê de dimînin, biparêze."

'DIBE KU TUNDRAW HER TEVLIHEVIYEKÊ JI BO REVÊ BI KAR BÎNIN'

Li ser xetereya hedefgirtina girtîgeh û kampa Holê ku kampa herî xeternak a cîhanê ye, Mûnîr Edîb hişyarî da ku operasyona leşkerî ya Tirkiyê bandoreke mezin li hebûna van tundrawan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, ji lew re her operasyonên ku dewleta Tirk pêk bîne, armanca wê derxistina tevliheviyê ye. Edbîr got dibe ku ev tevlihevî ji bo tundrawan bibe alîkar ku karibin ji girtîgehên Kurdan birevin, wekî ku berê il girtîgeha Sînaa kirine.

'ARMANCA SEREKE DERFETDAYÎNA ZINDÎBÛNA DAIŞ`Ê YE'

Edîb diyar kir ku divê civata navneteweyî li hember xetereya DAIŞ'ê û metirsiya dewletên ku vê rêxistinê diparêzin an jî hewla jinûve zindîkirina wê didin, destwerdanê bike û wiha lê zêde kir: "Dibe ku armanca sereke ya operasyona dawî ya dewleta Tirk ku Tirkiye bi rêya wê îdia dike ku bi terorê re rûbirû ye, ew e ku derfetekê bide jinûve vegera DAIŞ'ê. Dibe ku dewleta Tirk li pişt vê yekê dixwaze ku kartên xwe tevlîhevkirina kaxizan û di berdêla destekkirina vê rêxistina tundraw de, cardin hewl bide wan di berjewendiya xwe de belav bike."

‘JI BO CÎHANÊ GEF E’

Edîb hişyariya reva bi hezaran tundrawan da û got: “Ew ê ewlehiya cîhanê tehdîd bike, ne tenê ewlehiya yên cîran. DAIŞ ku di 29'ê Hezîrana 2013'an de bi ser ketibû ku dewletekê ji xwe re ava bike, ev rêxistin ne gef bû li ser ewlehiya herêma Ereban û heta ya Kurdan, ne jî dewletên ku cîranê vê dewleta nû ya van tundrawan bûn, lê belê gef bû li ser ewlehiya cîhanê.”

Edîb hişyarî da ku dê ev xetere bandorê li hemû cîhanê bike û wiha got: "Dewleta Tirk li pey vê pêngavê ye ji ber ku destpêkê ew dixwaze tola xwe ji cîhanê û hin dewletên ku li hember vê rêxistina tundraw û ji rêxistinên îslama siyasî hilîne. Dewleta Tirk her wiha dibîne ku hebûna van rêxistinan beşek ji parastina ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê ye. Ew dibîne ku berjewendiyên wê yên siyasî yên ku wê bi van rêxistinan re dike yek, ji rûbirûbûna wan mezintir e. Bi taybet ku ev rêxistin di berdêla pêkanîna armanc û berjewendiyên xwe de, ti pirsgirêk û îtirazek wê ji dan û standin û hevkarîkirina bi dewleta Tirk re nîn e. Ya ku dibe yan jî bûye, ev e."

'XETERE DÊ DÎSA VEGERE'

Der barê xetereya rewşa niha de, pisporê tevgerên tundraw û terora navneteweyî Mûnîr Edîb got dibe ku xetereya DAIŞ'ê bi awayekî berçav zêde bibe û ev xeterî dê bandorê li cîhanê bike û bandora wê ne tenê li ser dewletên cîran be. Edîb herî dawiyê wiha got: "Di rastiyê de ev metirsî bi êrişên artêşa Tirk ku mixabin ji aliyê civata navneteweyî ve hat pejirandin, nû dibe. Civata navneteweyî ne tenê li hember operasyona leşkerî ya Tirkiyê, lê belê di piştevaniya rasterast a dewleta Tirk a ji rêxistinên tundraw li xaka Sûriyê, helwesteke rast nîşan neda."

(hs)

ANHA