​​​​​​​Bîlançoya êrişên 24 saetên dawîn ên li dijî Şehba û Efrînê

Dewleta Tirk a dagirker di 24 saetên dawîn de bi 965 topan 24 gund û cih li kantonên Şehba û Efrînê topbaran kirin.

​​​​​​​Bîlançoya êrişên 24 saetên dawîn ên li dijî Şehba û Efrînê
25 mijdar, 2022   08:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker di 24 saetên dawîn de bi dijwarî gundên kantona Şehbayê, navçeyên Şêrawa û Şera yên kantona Efrînê topbaran kirin.

Li gorî agahiyan, artêşa Tirk 11 gund û cih li kantona Şehbayê topbaran kirine. Cihên hatine topbarankirin wiha ne:

Navçeya Til Rifetê, Zîwan, rêya Hirbil, Semoqa, devera di navbera gundên Hesacik û Semoqa de, balafirgeha Minix, Bêlûniyê, Til Çîçan, Til Enab, Şêx Îsa û Eyn Deqnê.

Her wiha 7 gund û cih li navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran kirin; Bênê, Meyasê, devera di navbera gundên Birc Qas û Meyasê de, Ziyaret, Soxanekê, Dêr Cimêl û Aqîbê.

6 gund li navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran kirin; Malikiyê, Elqemiyê, Tatmeraş, Merenaz, Tinib û Keştarê.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, dewleta Tirk a dagirker ev gund û dever bi 965 topên hewan, obîs û tankan topbaran kirine. Her wiha hemwextî firîna balafirên bêmirov li asîmanê herêmê, tobparan dewam dike.

ANHA