​​​​​​​‘Bi serkêşiya dewleta Tirk komployeke naveteweyî li dijî Rêveberiya Xweser heye’

Berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê Muwefeq El Ehmed diyar kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dewleta Tirk li derdora QSDʹê kom dibin û got "Bi serkêşiya dewleta Tirk a faşîst komployeke navneteweyî li dijî projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser heye."

​​​​​​​‘Bi serkêşiya dewleta Tirk komployeke naveteweyî li dijî Rêveberiya Xweser heye’
25 mijdar, 2022   01:41
NAVENDA NÛÇEYAN- EHMED SEMÎR

Der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker de berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê Muwefeq El Ehmed ji ANHAʹyê re axivî.

Muwefeq El Ehmed di destpêka axaftina xwe de şehîdên êrişên dewleta Tirk a dagirker bi bîr anîn û got: "Em bejna xwe li hemberî kesên ku di êrişên hovane yên dewleta Tirk a faşîst û komkujiya li Dêrikê de şehîd bûne, ditewînin. Dewleta Tirk herêma Kobanê jî ya ku sembola berxwedanê ye û terora DAIŞʹê têk bir, bombebaran kir."

El Ehmed diyar kir ku armanca Erdogan ji van êrişan ew e ku aloziya xwe ya hundirîn derxe derve û teqîna li Stenbolê ji bo van êrişan dike hincet.

El Ehmed da zanîn ku ji gelek mehan ve êrişên dewleta Tirk ranewestiyane û got: "Li hemû herêman êrişên bi balafirên bêmirov û obusan ranewestiyane. Lê niha Erdogan rûyê xwe yê rast eşkere kir û êrişên hovane li dijî herêmên ewle dan destpêkirin."

ʹHIKUMETA ŞAMÊ NIKARE BERSIVÊ BIDEʹ

Muwefeq El Ehmed li ser bêdengiya hikumeta Şamê ya li hemberî êrişan û wiha got: "Însiyatîf di destê hikumetê de tune ye. Hikumeta Şamê bêyî destûra hêzên Rûsyayê yên li Sûriyê nikare bersiva dewleta Tirk a dagirker bide. Îradeya wê tune ye, hêzên wê tên topbarankirin lê tev nagere.”

ʹGEL LI DORA QSDʹÊ KOM DIBEʹ

Berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê îşaret bi hevgirtina gel a bi QSDʹê re kir û wiha dom da axaftina xwe: "Me êriş nebiriye ser Tirkiyê û me tade lê nekiriye. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê li dijî êrişên dijminane yên dewleta Tirk a faşîst li dora QSDʹê kom dibe."

ʹEM NE GARDIYANÊN GIRTÎGEHAN INʹ

El Ehmed xîtabî Koalîsyona Navneteweyî kir û got: "Divê hûn helwesteke xurt li hemerî van êrişan nîşan bidin. Heger hûn nikaribin bersiva dijmin ê Tirk bide em ne gardiyanên girtîgehên DAIŞ û kampa Holê ne ku wekî bombeyeke li ber teqînê ye û li ser tevahî cîhanê xetere ne."

Muwefeq El Ehmed bang li tevahî sûriyan kir li hemberî dewleta Tirk a dagirker yek bin û wiha pê de çû: "Her beşek ji xaka Sûriyê were qutkirin wê encamên xirab bi xwe re bîne ku demeke dirêj dewam bike. Di sala 1939ʹan de Lîwa Iskenderon ji Sûriyê hat qutkirin, Meclisa Millî ya Tirkiyê ev herême wekî ya desthilata Osmanî ragihand. Tirkiyê sînorê xwe yê heyî qebûl nake."

ʹDÊ ARMANCÊN DEWLETA TIRK NEGIHÊJIN SERÎʹ

El Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze plana çavnebariyê yên desthilata Osmanî vegerîne, Heleb, Idlib, Cizîra Sûriyê, Musil û Kerkukê dagir bike û hincetên derew diafirîne da ku êrişan bike. El Ehmed got: "Ev armanc wê neghêjin serî, ji ber ku gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê ha ji van komplo, derew û xapandinên dewleta Tirk a dagirker hene."

Berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê di dawiya axaftina xwe de got: "Dewleta Tirk a dagirker rojekê nebûye dostê gelê Kurd û gelek soz dane wê. Lê niha gelê Sûriyê di rewşeke aloz de ye. Beriya çend rojan balafirên Rûsyayê herêma lihevkirinê ya Pûtin û Erdogan bombebaran kir. Lê Erdogan li hemberî vê bombebaranê tevnegeriya. Bazareke navneteweyî heye. Her yek çavê xwe li kiryarên ên din digire. Siyaseteke wisa dimeşînin. Komployek li dijî Rêveberiya Xweser ji bo têkbirina projeya demokratîk heye, serkêşê vê komployê dewleta Tirk a faşîst e."

(bb)

ANHA