Meclisa Leşkerî ya Suryan nasnameya şervanekî eşkere kir

Meclisa Leşkerî ya Suyran nasnameya şervanekî xwe ku di nuqteyeke leşkerî de şehîd bûbû, eşkere kir.

Meclisa Leşkerî ya Suryan nasnameya şervanekî eşkere kir
24 mijdar, 2022   15:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryan bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan Mîlad Munîr Mîro (Qumo) dema erka xwe ya leşkerî bi cih dianî şehîd bû.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: "Rêya têkoşînê dirêj e, gihandina serkeftinê tenê bi kesayetên hêz û yên soz dane ku têkoşîna heta rizgarkirina gelê me, gelê Sûriyê û cîhanê tevahî ji qirêjiya rêxistinên terorîst û dagirkeriyê bikin, pêkan e. Ji bo pêkanîna serkeftinê me fedekariyên mezin dane.

Bi armanca rizgarkirina gel ji tevahî rejîm, hêza tarî û dijberiya gelê me dikin em fedekariyên mezin didin. Em pişta xwe didin berxwedana gel û pîroz dikin.

Li vê bingehê em hîna şehîd li pey şehîdan didin û soz didin ku destkeftiyên herêmê biparêzin û li hember êrişan bisekinin."