′Bombebarankirina avahiyên petrolê, herêmê dixe pêşberî karesatên jîngehê′

Komeleya Keziyên Kesk a Jîngehê got, "Em bi tundî ‎êrişên dewleta Tirk şermezar dikin û bang li ‎‎saziyên navneteweyî û saziyên civaka sivîl, bi taybetî ‎jî rêxistinên ku bi mijarên jîngeh, ‎avhewa û ‎cihêrengiya jîngehê re eleqedar in ku dengê xwe ‎bilind bikin û her cure zextan ‎bikin‎."

′Bombebarankirina avahiyên petrolê, herêmê dixe pêşberî karesatên jîngehê′
24 mijdar, 2022   14:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Keziyên Kesk a Jîngehê bi daxuyaniyeke nivîskî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tundî şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

"Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Rojavayê ‎Kurdistan û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ‎rojhilatê Dêrika Hemko heta herêmên koçberkirina bi ‎darê zorê ya şêniyên Efrînê li Şehbayê di roja ‎pêncemîn de berdewam dike. ‎

‎ Di van êrîşên ku binesazî û saziyên xizmetê‏ ‏armanc digire, çekên curbecur yên ku NATO jê re ‎pêşkêşî dike, bi kar tîne.‎

Ji ber bomberdûmana hovane ya hewayî û bejahî ya ‎artêşa Tirk a dagirker li ser qadên sivîl, bingihê jiyanî ‎û binesaziya herêmê hedef digire, ji wan stasyonên ‎elektrîkê, embarên genim, nexweşxane û dibistanan.‎

Îro 24’ê Mijdarê û di nava aloziyeke metirsîdar de, ‎maşîna qirkirinê ya artêşa Tirk a dagirker bi awayekî ‎sîstematîk li qadên hilberîna petrol û gazê yên li ‎herêmên Dêrik, Tirbesipiyê, Girkê Legê, Rimêlan, bi ‎awayekî sîstematîk armac digire. Tişta ku bû sedema ‎wêraniyeke mezin, derketina agir, û derketina petrol ‎û gazê ji bîr û zeviyan derveyî kontrolê , di demeke  ‎ku tîmên agirvemirandinê ji ber topbaranê nikarîn ‎xwe bigihînin deverên ku bûne armanc ,ji ber ‎berdewamiya bombebaranê .‎

Di demekê de ku ji tu şopîner û kesên eleqedar ‎nayên veşartin, bandora wêranker a vê ‎bombebaranê li ser jîngeha herêmê û tenduristiya ‎xelkê, ew navçe ku bi giranî ji ber ziwabûnê tûşî ‎rewşa xirab bûye.‎

Herêma ku rastî xerabbûna şînahiya nebatan û ‎qutkirina avê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve, îro bi ‎vê bomberdûmana navendên petrolê û gazê ‎rûbirûyê felaketeke jîngehê ye ku tê de derdora milyonek ‎mirovên lê dijîn bandor dibin , nemaze ku em ‎berdewama destdirêjî û şiyanên lawaz ên ‎desthilatên xwecihî di çaksazîyan de û şiyana ‎qerebûkirina ziyanan piştî salên dorpêçkirinê û şerê ‎dijî terorê.‎

Em wek Komeleya Keziyên Kesk a Jîngehê bi tundî ‎êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin û em bang li ‎saziyên navneteweyî û saziyên civaka sivîl, bi taybetî ‎jî rêxistinên ku bi mijarên jîngeh, avhewa û ‎cihêrengiya jîngehê re eleqedar in ku dengê xwe ‎bilind bikin û her cure zextan bikin. Tirkiyê neçar bike ‎ku dest ji destdirêjî û hedefgirtina hovane ya li ser ‎binesaziyê û avahiyên jiyanî yên ji bo debara pênc ‎milyon şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne .‎

Ji ber sucên ku ji me ve sucên şer dixuyin,  ji ber ‎ziyanên hawirdorê  û terora dewletê yên ku li ser ‎xakê dike, pêwîst e aliyên pêwendîdar ji dewleta Tirk ‎hisab bipirse û kesayetên berpirs derxin pêş edaletê. ‎Her wiha em bang li dewleta Tirk dikin ku rêzê li ‎qanûn û peymanên navneteweyî yên der barê ‎parastina jîngeh û cihêrengiya jîngehê re bigire.‎"