Ji ber topbaranê agir bi stasyona kehrebeyê ya Tirbespiyê ket

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker stasyona kehrebeyê ya li aliyê rojhilatê navçeya Tirbespiyê bombebaran kir.

Ji ber topbaranê agir bi stasyona kehrebeyê ya Tirbespiyê ket
23 mijdar, 2022   17:05
QAMIŞLO

Nûçegihanê me ji navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ragihand ku balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker stasyona kehrebeyê ya li rojhilatê navçeyê ku li ser rêya gundê Mizgeft e bombebaran kir.

Her wiha eşkere kir ku agir bi stasyonê ketiye û zirarên madî çêbûne.

ANHA