​​​​​​​Balafirên bêmirov stasyonên petrolê yên li Tirbespiyê bombebran kirin

Balafirên bêmirov ên dagirkeriya Tirk stasyona petrolê li gundê Maşoq û depoya li stasyona Kêl Hesnak a Tirbespiyê bombebaran kirin.

​​​​​​​Balafirên bêmirov stasyonên petrolê yên li Tirbespiyê bombebran kirin
23 mijdar, 2022   14:26
QAMIŞLO

Li gorî agahiyên nûçegihanê me dane, balafirên dagirkeriya Tirk careke din avahiya petrolê ya li navçeyê bombebaran kir.

Nûçegihan daxuyand ku balafirên bêmirov ên dagirkeriya Tirk stasyona petrolê ya li gundê Maşoq a 15 kîlomtere dikeve başûrê rojavayê Tirbesiyê û depoya li stasyona petrolê ya gundê Kêl Hesnak ê bakurê Tirbespiyê bombebaran kirin.

Di encama bombebaranê de agir bi her du cihan ket.

(fr)

ANHA