Rojnameyên erebî: Bertekên li dijî êrişên Tirkiyê ne zelal in

Bertekên rojavayî yên li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Sûriyê, dosyaya enerjiyê ya di navbera DYA û Erebistana Siûdî de, her wiha rewşa Sûdanê di rojnameyên erebî yên îro de cih girt.

Rojnameyên erebî: Bertekên li dijî êrişên Tirkiyê ne zelal in
23 mijdar, 2022   08:15
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DER BARÊ OPERASYONÊN TIRKIYÊ DE HELWESTA ROJAVA Û RÛSYAYÊ NERM E’

Rojnameyên Şerq El Ewsat têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê analîzek weşand. Di analîzê de tê gotin: "Çavkaniyên ewropî diyar dikin ku serokê Tirkiyê bûyera li Stenbolê rû daye ji bo pêkanîna plana xwe ya kevn bi kar tîne. Anku herêmeke bi firehiya 30 kîlometreyî li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê ava bike ku bi piranî Kurd lê dijîn. Lê redkirina vê planê ji aliyê Amerîkayê, hêzên rojavayî û Rûsyayê ve bi giştî heta roja îro nehişt ku ev plan pêk were. Li gorî van çavkaniyan, diyar e ku ev rewş ji du aliyan ve hat guhertin. Yek; girêdayî êrişê bi xwe ye. Anku hincet ji serokê Tirkiyê re peyda bû da ku operasyoneke leşkerî bi hinceta şerê li dijî terorê û parastina gelê Tirk pêk bîne. Ya din; pêwîstiya rojavayîan îro ji demên berê bêtir bi Tirkiyê heye.

Li gorî van çavkaniyan heta roja îro bertekên li hemberî êrişên hewayî ne zelal in. Her du aliyên herî bibandor li Tirkiyê anku DYA û Rûsya li hemberî Enqereyê nerm nêzîk dibin û tu duxuyaniyên şermezarkirinê nedane. Ev yek ji bo helwesta Ewropayê jî derbasdar e. Helwestên ferdî hebûn, lê ji aliyê Yekitiya Ewropayê ve çi komserî be, an serokatiya yekitiyê be an jî berpirsê siyaseta derve û ewlehiyê, tu helwest derneketin.

Rast e ku Moskov li ser zimanê nûnerê taybet ê Sûriyê Alexander Lavrentiev û piştre jî berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, hişyarî li ser bêîstiqrariyê li bakurê Sûriyê da û banga xweragirtin û dûrketina ji zêdekirina aloziyan û bikaranîna hêza zêde kir. Lê di heman demê de fikarên Tirkiyê yên girêdayî ewlehiya wê fehm kir.

Washingtonêjî  ʹfikarên xwe yên giranʹ der barê operasyonên leşkerî û bandorên wê li ser îstiqrarê û şerê li dijî DAIŞʹê diyar kirin. Her wiha teqez kir ku li dijî kiryarên leşkerî yên bêkoordîne ye.

Helwestên ewropayiyan jî ji hev cuda bûn. Hinekan fikarên xwe anîn ziman û hinek din jî banga xweragirtinê kir. Kesek fêm nake ew pîvanên helwestan çi ne; gelo girêdayî hejmara kuştiyan, yan jî çekên hatine bikaranîn, yan jî cureyên êrişan e. Lê dibêjin ew kiryarên Tirkiyê fêm dikin lê li gorî pîvanên diyar.

Çavkaniyên navborî dibêjin Erdogan îro ji bo Rûsyayê û rojava bûye pêwîstiyek. Anku serok Pûtîn bi qasî hewcedariya wî ya bi Biden hewcedariya wî bi Erdogan heye. Şîroveya vê yekê jî ew e ku serokê Tirk dizane çawa sûdê ji şerê Rûsyayê bigire da ku piştre siyaseteke hevseng bimeşîne û rêyên xwe li pêşiya herî kesî vekirî hişt. Ji wê zêdetir rolek di peymana derxistina genimê Ukraynayê de list. Her wiha di pêkanîna peymanê birêxistinkirina derî û tengavên deryayî de bê teredud bû. Lê li beramberî wê cezayên li ser Rûsyayê bi cih neanîn û bû navbeynkar, bi taybet piştî ku herdu navbeynkar (Fransa û Almanya) paşde vegeriyan. Rojavayî jî di nêzîkatiyên xwe yên bi Erdogan re xwe destgirêdayî dibînin û helwesta wan a li hemberî êrişên leşkerî yên hewayî sîst in."

‘NIRXÊN PETROLÊ DI NAVBERA RIYAD Û WASHINGTONÊ DE VEGUHERÎ LISTIKÊ’

Der barê aloziya enerjiyê de rojnameya El Ereb wiha nivisî: “Gelek daxuyanî têkildarî zêdekirina îmdadên petrolê û kêmkirina nirxan yan jî parastina rewşa heyî derketin. Ev eşkere dike ku mijara enerjiyê di navbera Erebistana Siûdî û DYA`yê de veguheriye lîstikê.

Ji belavkirina daxuyaniyên têkildarî hewldana Erebistana Siûdî ku hevalbendên xwe yên OPEC+ îqna bike ku hilberînê zêde bikin, nayê zanîn ku ev rahênaneke ji aliyê Erebistana Siûdî ve ye ku nakokiya di navbera xwe û rêveberiya Joe Biden de sivik bike. Yan jî lîstikeke amerîkî ye ku amadebûna Erebistana Siûdî test bike bê ka wê dev ji helwesta xwe ya kêmkirina hilberînê berde yan na û gelo dê bazara ku Washington pêşniyar kiriye qebûl bike yan na.

Wezîrê enerjiyê mîr Ebdulezîz Bin Selman ev daxuyanî derewandin û got `tê zanîn û ji kesî nayê veşartin ku OPEC+ tu biryaran beriya civînên xwe nîqaş nake.`

Ji vê helwesta Siûdiyê xuya dibe ku Riyad li hember şirîkên xwe yên hevalbendiya petrolê şerm kiriye.

Li gorî çavdêran, dayîna daxuyaniyan bi zanabûn ji aliyê Washingtonê ve têkildarî ji nû ve nirxandina têkiliyên bi Washingtonê re, jê armanc dike fişarên din li Riyadê bike beriya civîna OPEC+ ya di Kanûnê de.”

‘EL BURHAN CAREKE DIN DÛRXISTINA ARTÊŞÊ JI SIYASETÊ TEQEZ KIR’

Girêdayî kar û barên Sûdanê rojnameya El Beyan wiha nivisî: “Serokê Meclisa Serdestiyê û serokê artêşa Sûdanê Ebdulfettah El Burhan destnîşan kir ku hêzên çekdar dê soza daye bînin cih û ji siyasetê dûr bin.

El Burhan di civîna Koordîneya Ewlehiyê ya Afrîkayê de ku li Xertûmê duh li dar ket, got gelê Sûdanê bi hêvî ye lihevkirineke nîştimanî di navbera hêzên siyasî de pêk were heta hilbijartinên azad û durist li dar bikevin.

Pêşbinî zêde dibin ku dê di demeke nêz de di navbera artêşê û Hêzên Azadiyê û Guhertinê –meclisa navendî de pêk were ku rê li pêşiya radestkirina desthilatê ji sivîlan re li ser bingeha wesîqeyeke destûrî vedike. Lê gelek komên Îxwanî û Partiya Komunîst ev wesîqe red kir.”