Balafirên dewleta Tirk li derdora cihê petrolê yê Ewda didin

Derdora cihê petorlê yê Ewda yê navçeya Tirbespiyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê bombebarankirin.

Balafirên dewleta Tirk li derdora cihê petrolê yê Ewda didin
23 mijdar, 2022   07:40
QAMIŞLO

Balafirên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirk a dagirker derdora cihê petrolê yê Ewda yê dikeve rojhilatê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo bombebaran dikin. Heta niha 3 derbe li vî cihî ketine.

Heman demê tevgera balafirên keşfê li ser gundên herêma Alya û navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo heye.

ANHA