​​​​​​​QSD`ê bîlançoya rojekê ya êrişên dewleta Tirk a dagirker parve kir

QSD`ê bîlançoya rojekê ya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi bi rêya balafirên şer an jî bêmirov û tankan parve kir. Li gorî bîlançoyê di encama êrişan de, 2 şervanên YAT`ê şehîd bûne û 3 jî birîndar in.

​​​​​​​QSD`ê bîlançoya rojekê ya êrişên dewleta Tirk a dagirker parve kir
22 mijdar, 2022   21:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ji şeva 19`ê mehê ve dest pê kirine daxuyaniyek da û tê de bîlançoya rojekê ya êrişan eşkere kir.

QSD`ê di daxuyaniya xwe de got: “Dewleta Tirk a dagirker ji 3 rojan ve êrişeke berfireh li dijî herêmê bi rêya balafirên şer û yên bê mirov pêk tîne. Her wiha topavêj û moşekan jî bi kar tîne. Bi wan êrişan kargeh û avahiyên stratejîk, nexweşxane, bîrên petrolê, mal û milkên welatiyan dike hedef.”

Li gorî daxuyaniya QSD`ê bîlanço wiha ye:

“Hejmara êrişên balafirên şer: 6

Hejmara êrişên balafirên bê mirov: 6

Hejmara êrişên bi çekên giran, tank û moşekan: 82

Hejmara topên li herêmê ketine: 590

Hejmara cih û deverên hatine hedefgirtin : 45 di nav de nexweşxane, stasyonên sotemeniyê û bîrên petrolê hene.

Hejmara bikaranîna çekên kîmyewî li dijî herêmê : 1 ku dewleta Tirk pê gundê Tatmeraş ê başûrê Efrînê topbaran kir.

Detayên êrişan wiha ye :

Herêmên Sehbayê

Hejmara topbarana bi tank û topavêjan : 43 caran ku tê de zêdetirî 36 gund û cih hatin hedefgirtin.

Hejmara topên li herêmê ketine : 570 top.

Herêmên ku bi çekên giran û moşekan hatine hedefgirtin wiha ne; Şêx Îsa, Zîwan, Herbil, rêya Ehrezê, Til Medîq, Minix, Bêlûniyê, Bendava Şehbayê, Til Çîçan, Til Enab, Wehşiyê, Kefer Naya, Semuqa û balafirgeha Minbixê.

Hejmara qurbanan: 2 endamên hêzên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan.

Hejmara birîndaran: 2 endamên hêzên hikumeta Şamê.

Kobanê û gundewarê wê:

Hejmara êrişên balafirên şer: yek li dijî navenda Kobanê.

Hejmara hedefgirtina bejahî: 9.

Herêmên hatine topbarankirin: Sêlim, Kul Tepe, Siftik, Qeremox, navenda tenduristiyê ya Qeremoxê, Zormixar, Cargelî û dibistana Goran.

Başûrê Efrînî:

Hejmara topbaranê: 16.

Hejmara topan: 20.

Hejmara qurbanan: Endamekî hêzên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da.

Gundên hatine topbarankirin: Bênê-Ibîn, Miyase, herêma di navbera gundên Birc Qasê û Miyase, derdora baregeha Îranê li gundê Bênê, Îrşadiyê, Elqemiyê, Malikiyê, Şewarxe, Merenaz, stasyona sotemeniyê ya Elqemiyê.

Minbic û gundewarê wê

Hejmara êrişan: 2.

Gundên hatine topbarankirin; Mehsenlî, Hûşeriyê. Balafirên bê mirov li asîmanê rojhilat, rojava û bakurê Minbicê geriyan.

HESERKÊ Û GUNDEWARÊ WÊ

Hejmara êrişên balafirên bê mirovn: 3. Yek li dijî baregeha hevbeş a YAT û Koalîsyona Navneteweyî û du li dijî gundê Oce.

Hejmara topbarana bi topavê, tank û moşekan: 2.

Herêmên hatine hedefgirtin: Baregeha hevbeş a YAT û Koalîsyona Navneteweyî, gundewarên Til Temir, Zirgan û Um El Xêr.

Hejmara şehîdan: 2 şervanên YAT`ê.

Hejmara birîndaran: 3 şervanên YAT`ê.

QAMIŞLO Û GUNDEWARÊ WÊ

Hejmara êrişên balafirên bê mirovn: 2; yek li dijî zeviyê petrolê yê bi navê Ewde, ya din li nêzî gundê Lîlan ê başûr rojavayê Tirbespiyê.

Hejmara hedefgirtinan: 10

Hejmara birîndaran: endamekî hêzên hikumeta Şamê bi sekvaniyê li nêzî deriyê sînor ê Nisêbîn bi Qamişlo re, jiyana xwe ji dest da.

Herêm û gundên hatine hedefgirtin: Til Zîwan, Gir Dahol, Tokî, Til Kêf, çerxerêya Elî Fero, Rotan û Girkê Şamo.

GUNDEWARÊ DÊRAZORÊ:

Hejmara êrişên balafirên şer: 5. Tê de gundê Mekmen ê tenê bi 70 kîlometreyan ji sînor dûr e, hat hedefgirtin.”