​​​​​​​Şêniyên herêma Firatê li ber êrişên dewleta Tirk rabûn

Bi hezaran şêniyên herêma Firatê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk, bi dirûşma "Êrişên we nikarin berxwedana me bişikînin" daketin qadan.

​​​​​​​Şêniyên herêma Firatê li ber êrişên dewleta Tirk rabûn
​​​​​​​Şêniyên herêma Firatê li ber êrişên dewleta Tirk rabûn
​​​​​​​Şêniyên herêma Firatê li ber êrişên dewleta Tirk rabûn
​​​​​​​Şêniyên herêma Firatê li ber êrişên dewleta Tirk rabûn
​​​​​​​Şêniyên herêma Firatê li ber êrişên dewleta Tirk rabûn
​​​​​​​Şêniyên herêma Firatê li ber êrişên dewleta Tirk rabûn
21 mijdar, 2022   12:05
KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên herêma Firatê li Qada Jina Azad a Kobanê kom bûn û beşdarî xwepêşandana şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn.

Xwepêşandêran wêneyên şehîdê ANHA′yê Îsam Ebdullah û şehîdên di bombebarana dagirkeriya Tirk a li dijî Dêrikê de şehîd bûbûn, hildan.

Piştî şênî gihaştin Qada Şehîd Egîd, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Ayşe Efendî axivî.

Ayşe Efenfî wiha got: "Îro, li her erdnîgariyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyê berxwedana gel heye û bi hewla azadiyê li ber xwe didin. Dagirkerî hewl dide vîna me bişikîne. Tiştê duh rû daye her kes dizane. Ev ne cara yekemîn e ku komkujî pêk tîne û qanûnên mafên mirovan binpê dike."

Ayşe wiha domand: "Em îro ji berê bi hêztir in, ji kesekî natirsin û pişta xwe nadin kesekî jî, hêza me gelê me ye, hêza me ji şehîdên me ye."

Ayşe Efendî di dawiyê de got: "Em ê têkoşîna li hember dagirkeriya Tirk û hemû kesên hewl didin dest biavêjin vê xakê, geş bikin. Em ê li hember dagirkeriya Tirk heta dawiyê li ber xwe bidin."

Xwepêşandan bi dirûşmên "Bimire faşîzma Tirk, serkeftin ji hêzên me re" bi dawî bû.

(fr)

ANHA