Li hemberî 19 gundan topbaran û bombebaran

Artêşa Tirk a dagirker 16 gundên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi dijwarî topbaran, 3 gund jî bomberan kirin.

Li hemberî 19 gundan topbaran û bombebaran
21 mijdar, 2022   12:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker gundên Semoqa, Şêx Hîlal, Şêx Îsa û Bêlûniyê yên kantona Şehbayê topbaran dike. Di heman demê de gundên Soxanekê, Bênê, Ziyaretê, Dêr Cemal, Aqîbê, Kefer Antûn ên navçeya Şêrawa ya Efrînê tên topbarankirin.

Her wiha gundên Gozeliyê, Til Cuma, Tewîla, Um El Xêr, Til Leben, Til Şenan ên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê hatin topbarankirin.

Gundên Zormixar, Beyadî û Şêxlera Jorîn ên dikevin rojavayê bajarê Kobanê jî bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

ANHA