​​​​​​​Şêx Alî: Divê deng ji bo şermezarkirina êrişên Tirkiyê were bilindkirin

Sekreterê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê(Yekitî) Mihyedîn Şêx Alî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bang li hemû civakê û hêzên siyasî yên Sûriyê kirin hewl û kedên hevpar bikin yek û li dijî êrişên li ser herêmê dengê xwe bilind bikin.

​​​​​​​Şêx Alî: Divê deng ji bo şermezarkirina êrişên Tirkiyê were bilindkirin
20 mijdar, 2022   15:55
NAVENDA NÛÇEYAN

 Sekreterê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê(Yekitî) Mihyedîn Şêx Alî ‎têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek li ser malpera partiyê belav kir.

"Duh, bi şev dewleta Tirk êrişeke leşkerî ya berfireh li dijî bakurê Sûriyê pêk anî, ji herêmên li parêzgehên Heleb, Reqa û Hesekê. Tê de balafirên şer, çekên giran û hwd pêk anîn. Ji Dêrikê bigire heta bi Dirbêsiyê, Zirgan, Eyn Îsa, Kobanê, Şehba, Til Refetê û hwd bombebaran kir. Di encamê de bi dehan şehîd û birîndar çêbûn. Ji bilî wê jî gelek ziyan bi mal û milkên giştî û taybet de çêbûn. Bi wê re gelek şêniyên herêmê daketin qadan.

Di demekê de li hundirê Tirkiyê krîzên kûr hene ku êdî gefan li serok Recep Tayyîp Erdogan, Devlet Baçelî û xelekên wan dixwe, ev êrişên dewleta Tirk pêk hatin. Hincet bi teqîna Stenbolê girt û aliyên kurdî tawanbar kirin, lê di esasê de rola QSD′ê li dijî terorê û nijadperestiyê ye û her kes vê yekê dizane.

Êdî her sûriyek siyasetên dewleta Tirk li dijî Sûriyê dizanin. Dewleta Tirk hewl didin xaka Sûriyê dagir bike, çanda nefretê, nijadperestiyê belav bike. Di wê yekê de xwe dispêre mentiqê hêza kor li şûna bikaranîna hêza mentiq û qanûnê.

Em bang li tevahî çalakiyên civakî û hêzên siyasî yên Sûriyê dikin ku hewl û kedên xwe bikin yek û dengê şermezarkirinê li dijî êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê me bilind bikin."