Dagirkeriya Tirk li Kobanê nexweşxaneyek bi temamî rûxand

Ji şevê din de balafirên dewleta Tirk a dagirker deverên li derdora bajarê Kobanê bombebaran kirin. Di encamê de Nexweşxaneya Koronayê ya li ser Girê Miştenûr bi temamî hat rûxandin.

Dagirkeriya Tirk li Kobanê nexweşxaneyek bi temamî rûxand
20 mijdar, 2022   08:10
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker ji şevê din de û heta niha êrişên xwe yên hewayî li dijî bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

Balafirên dagirkeriya Tirk vê sibehê dijî Girê Miştenûr, başûrê gir, Taxa Nû ya Kobanê û girê Kaniya Kurdan ê li rojhilatê bajêr 6 êriş pêk anîn.

Di encama bombebarana domdar de Nexweşxaneya Koronayê ya li ser Girê Miştenûr bi temamî hat rûxandin. Nûçegihanên me ew yek bi wêneyan belge kir.

(cx)

ANHA