Êrîşên dagirkeriya Tirk wê li 14 navnedan werin şermezarkirin

Bombebaranên dewleta Tirk a dagirker, wê îro li 12 navendên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê werin şermezarkirin.

Êrîşên dagirkeriya Tirk wê li 14 navnedan werin şermezarkirin
20 mijdar, 2022   06:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi armanca şermezarkirina bombebarana dewleta Tirk a dagirker ku şevê din li Dêrik, Kobanê, Şehba û Herêmên Parastina Medya pêk hatin, wê li gelek navendên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê meş û xwepêşandan werin lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de wê îro li bajarên  Qamişlo, Girkê Legê, Amûdê, Dêrik, Hesekê, Til Temir, Hol, Dirbêsiyê, Şedadê, Şehba, Minbic, Reqa, Tebqa û Helebê meş û xwepêşandan werin lidarxistin. Komîteyên amadekar bang li tevahiya pêkhateyên herêmê kir ku tevlî çalakiyan bibin.

ANHA