Li Girê Spî nuqteyek hêzên hikumeta Şam hat hedefkirin

Artêşa Tirk a dagirker li Girê Spî nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê bombebaran kir. Li gor agahiyan, kuştî û birîndar hene.

Li Girê Spî nuqteyek hêzên hikumeta Şam hat hedefkirin
19 mijdar, 2022   22:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, piştî Kobanê, Şehba, Dêrik  û Zirganê, li gundê Qizelî yê dikeve rojavayê bajarê Kobanê nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê bombebaran kir.

Tê gotin ku kuştî û birîndar hene. Li gorî agahiyên 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.

ANHA