Li Rojhilat û Îranê serhildana gel didome

Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di salvegera xwepêşandanên 2019’an de dewam dikin. Tevî baran û sermayê jî, gel dadikeve kolanan û çalakiyên xwe didomîne.

Li Rojhilat û Îranê serhildana gel didome
18 mijdar, 2022   09:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya dijî qetilkirina Jîna Emînî û ji bo azadiyê, di salvegera xwepêşandanên sala 2019’an de dewam dike. T

Ji bajarê Xoyê heta bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê çalakî hatin lidarxistin. Bi taybet li Urmiye, Mehabad, Bokan, Seqiz, Dîwander, Sine, Kamyaran, Kirmaşan, Abdanan û Îlamê çalakî pêk hatin.

Li gorî agahiyan li Sineyê 2 xwepêşanderên bi navê Aram Hebîb û Şaho Behmanî, li Bokan, Mehabad û Seqizê jî 3 xwepêşanderên bi navên Xefur Mewludî, Azad Hisênpûr û Rehman hatine kuştin. Bi dehan kes jî li van bajaran birîndar bûne.

Cenazeyê Mihemed Hesenzade ku şeva borî hatibû kuştin, li bajarê Bokan bi merasîmekê spartin axê. Di merasîma veşartinê de behsa pêşengiya jinan a di çalakiyên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de hate kirin û piştgiriya xwe ji bo jinên pêşeng anîn ziman.

Li Sineyê çilrojiya 4 kesên di xwepêşandanan de hatibûn kuştin hate kirin. Di merasîmê de bê navber dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatin berzkirin.

Li bajarên Îranê jî tevî serma û baranê jî gel daket qadan. Li Tehran, Meşhed, Babol, Tewrêz, Bender Ebas, Masal, Şîraz, Esfehan û gelek bajarên din çalakiyên berfireh li dar ketin.

HERÎ KÊM 342 KES HATINE QETILKIRIN

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê duh bîlançoya serhildana gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya li dijî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî eşkere kir. Rêxistinê ragihand ku heta niha li Rojhilat û Îranê 342 kes hatine qetilkirin, 42 jê zarok in û 26 jin in.

Her wiha rêxistinê îşaret pê kir ku metirsî heye ku cezayê darvekirinê li hin girtiyan were birîn û hate gotin: “Saziya Dozgeriyê ya Komara Îslamî saziyeke serbixwe nîn e, amûra çewisandinê ya rejîmê ye.”