​​​​​​​El Miqdad hişyarî da Tirkiyê ku bûyerên mîna teqîna Stenbolê li dijî Sûriyê bi kar neynin

Feysel El Miqdad bang li dewleta Tirk a dagirker kir ku teqîna li Stenbolê neke hincet ji bo pêkanîna çalakiyan û avêtina gavên ku rewşa heyî xirabtir bikin. Her wiha bang li Enqereyê kir ku piştevaniya El Nusra û DAIŞ`ê rawestîne.

​​​​​​​El Miqdad hişyarî da Tirkiyê ku bûyerên mîna teqîna Stenbolê li dijî Sûriyê bi kar neynin
16 mijdar, 2022   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel El Miqdad têkildarî teqîna vê dawiyê ya li Stenbolê got Sûriye terorê li her derê şermezar dike. Her wiha hişyarî da dewleta Tirk ku vê bûyerê îstismar neke û bûyerên wiha nekin hincet ji bo pêkanîna çalakiyan an jî avêtina gavên ku rewşê xirabtir bikin.

Têkildarî pirsa li ser teqîna li Stenbolê û daxuyaniyên dewleta Tirk a dagirker ên piştî teqînê, El Miqdad got: "Sûriye terorê li her deverê şermezar dike. Heta niha tu agahî li ser teqîna li Stenbolê tune ne. Heke rêveberiya Tirkiyê dixwaze bûyerên wiha li dijî Sûriyê bi kar bîne, ew dizanin ku yên terorîst şandine Sûriyê, ew in. Bi deh hezaran, belkî bi sed hezaran terorîst şandin. Divê ew bûyerên wiha nekin hincet ji bo pêkanîna çalakiyan an jî avêtina gavên ku rewşê xirabtir bikin."

El Miqdad bal kişand ser wê yekê jî ku Tirkiye heta vê kêliyê avê li ser xelkê Hesekê qut dike û ji ber wê helwesta Tirkiyê niha zêdetirî milyonek şêniyên Hesekê azaran dikişînin û wiha pê de çû: "Ez dibêjim di encama helwesta Tirkiyê de, ez dizanim ku Tirkiye rê neda pisporan ku biçin stasyona Elokê."

El Miqdad wiha dewam kir: "Em ji rêveberiya Tirkiyê re dibêjin ku haya gelê Sûriyê ji komployên wan heye. Me peyam fêm kir. Sûriye dê parastina axa xwe bike."

Têkildarî daxuyaniyên wezîrê karên derve yê Tirk Mevlut Çavuşoglu yên li ser derfeta xurtkirina têkiliyên bi hikumeta Şamê re, El Miqdad got: "Em daxuyaniyên wan dibihîzin, lê belê ev yek bi tunekirin û piştgirînedayîna terorê dibe. Her wiha bi vekişîna leşkerî ji axa Sûriyê û rawestandina piştevaniya Cebheta El Nusra û DAIŞ`ê. Ev gav hemû niyetên rastîn ên vê rêveberiya Tirkiyê îsbat dikin, ruxmî hemû dan û standinên di dema berê de pêk hatine."