​​​​​​​TEV-DEM: Dewleta Tirk dixwaze balê ji ser bikaranîna çekên kîmyewî bikişîne

TEV-DEM`ê daxuyand ku dewleta Tirk dixwaze bala cîhanê ji ser bikaranîna çekên kîmyewî bikişîne û ji bo wê teqîna li Stenbolê bi kar tîne. Her wiha diyar kir ku siyasetên dewleta Tirk êdî eşkere bûne.

​​​​​​​TEV-DEM: Dewleta Tirk dixwaze balê ji ser bikaranîna çekên kîmyewî bikişîne
16 mijdar, 2022   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî teqîna li Stenbolê ya Tirkiyê di 13`ê Mijdarê de, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek da.

TEV-DEM`ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev teqîn dê aloziyê girêktir bike û dê veguhere nakokiyeke cidî li Tirkiyê û wiha got: “Nîşaneyên hilweşîna teqez û bandora wê ya neyînî li ser rewşê, êdî di bertekên siyasî de diyar dibin. Li gel hikumeta AKP-MHP`ê ku li ser durûtiyê û binkeftina siyasî ava bûye, bûyerek wisa pêşbinkirî bû.”

Her wiha TEV-DEM`ê di daxuyaniya xwe de got ne xerîb e dewleta Tirk kiryareke wiha bike û sivîlan li sûkeke qerebalix bike hedef, ji ber ku şerê xwe yê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne, leşkerên xwe yên sala borî li cem HPG`ê dîl hatibûn girtin, li herêma Garê kuştin, cenazeyên leşkerên xwe şewitandin da ku binkeftina xwe veşêre.

TEV-DEM`ê ev teqîn bi “teqîneke plankirî” bi nav kir û diyar kir ku AKP dixwaze piştgiriya xwe dîsa xurt bike da ku siyasetên xwe yên qirker bidomîne û şerê xwe yê li dijî gelê herêmê yê berxwedêr dewam bike, her wiha ji fişarên rêxistinên navneteweyî û herêmî û vîna gelên berxwedêr xilas bibe û balê ji ser bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla bikişîne û berê civata navneteweyî bide teqînê.

TEV-DEM`ê hişyarî da ku rewş li Tirkiyê xeternak e û wiha domand: “Ev rewşa xeternak dê firehtir bibe û bandorê li helwestên siyasî, aborî, civakî û çandî bike.

TEV-DEM`ê di dawiyê de got: “Em vê kiryara terorîst şermezar dikin, sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re û ji birîndaran re şîfayê dixwazin. Em bang li civaka Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dikin ku li hember rewşa aloz a li Tirkiyê hevgirtî bin, ji ber ku helwestên nîştimanî dê rê li pêşiya siyasetên vê hikumetê bigirin ku bi çarenûsa gelên herêmê dilîze, di serî de gelên Tirkiyê ku êdî bûne esîrê ajandeyên faşîst.”

(şx)

ANHA