Serjimara cîhanê gihaşt 8 milyarî

Li gorî NY`yê, nifûsa cîhanê gihaşt 8 milyarî. Li gel şer, aloziyên avhewayê, avê û xurekê ku sal bi sal zêdetir dibin, zêdebûna serjimara cîhanê li ser siberoja mirovahiyê metirsiyan çêdike.

Serjimara cîhanê gihaşt 8 milyarî
15 mijdar, 2022   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY), îro (15'ê Mijdarê) nifûsa (serjimar) cîhanê gihaşt 8 milyarî. Li gorî pêşbîniyan ev hejmar di sala 2037'an de dê bigihêje 9 milyarî û di navbera salên 2080-2100'î de bigihêje 10.4 milyarî.

Li gorî raporeke rojnameya El Ereb, li gel aloziyên avhewayê, avê û xurekê yên ku sal bi sal zêdetir dibin, ev hejmar li ser siberoja cîhanê metirsiyan çêdike. Bi taybetî li welatên xizan ên ku ji bo peydakirina hewcedariyên xwe, xwe dispêrin hinek din an jî yên welatên ku guh nadin stratejiya diyarkirina rêjeya zarokanînê.

Di lêkolîn û raporên navneteweyî yên pêbawer de hişyarî tê kirin ku jiyan di siberojê de dê li hin deverên wekî dewletên Ereban, nemaze dewletên bakurê Afrîkaya, dijwar bibe.

Di raporeke berê ya NY`yê de pêşbînî hatibû kirin ku "nifûsa welatên Ereban ku 360 milyon kes e, tê texmînkirin ku heta sala 2050'î bibe 634 milyon. Her wiha ji bo bajaran ku rêjeya nifûsa wê niha ji sedî 57 e, bigihêje ji sedî 75. Ev yek zexteke zêdetir li ser binesaziya avê çêdike.

Her wiha Hindistan ji Çînê derbas bibe û bibe welatê herî qelebalix ê cîhanê.

Civakên ku rêjeya kesên temenmezin tê de zêde ye, ku bi qasî du ji 3 parên nifûsa cîhanê lê dijîn, bi pirsgirêkên civakî re rû bi rû ne, wekî kêmbûna hejmara kesên dikarin kar bikin.

Di salên 1990`î û salên destpêkê yên 2000`î de, zêdebûna nifûsê bi lez bû. Îro jî zarokên ku di wê demê de çêbûne gihîştine temenê zarokanînê.

Hejmara kesên ku temenê wan di navbera 18-49 saliyê de ye, di sala 1987'an de 2.2 milyar bû, niha jî 3.6 milyar e. Lê xuya ye ku ev kes dixwazin bibin xwedî malbatên biçûk.