Tundiya li Derayê û gavên Tirkiyê yên li dijî Îxwanan rojevên rojnameyên erebî ne

Aloziya li bajarê Dera yê Sûriyê, têkiliyên dewleta Tirk a dagirker û Îxwan El Muslimîn, her wiha têkiliyên aloz ên DYA û Îmaretê, mijarên rojnameyên erebî yên îro ne.

Tundiya li Derayê û gavên Tirkiyê yên li dijî Îxwanan rojevên rojnameyên erebî ne
15 mijdar, 2022   08:32
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI HERÊMÊN DERAYÊ DÎSA TUNDÎ’

Rojnameya El Beyan di nivîsekê de bal kişand ser rewşa Sûriyê. Di nivîsê de wiha tê gotin: "Ji nû ve tundî li parêzgeha Dera ya Sûriyê derket ku di demên dawî de bûyerên qetilkirin û revandinê bi awayekî diyar kêm bûbûn. Çend roj di ser operasyona ewlehiyê ya li bajarê Casim re derbas nebûn, lê careke din bûyerên ewlehiyê li taxên bakur û rojavan yê li bajarê derketin ku di şerê bi DAIŞʹê lê rû dida. Piştî ku parêzgarê Derayê û şandeya pê re ji bajar deketin, kesên nenas êvarê bombeyek avêt cihê civînê.

Her wiha hêzên ewlekariya Sûriyê êrişek bi erebeyeke bombebarkirî têk bir ku ajokarê wê hewl dida xwe bigihîne baregeheke li taxa ʹRêya Bendavêʹ ya li beramerî sînorê Sûriyê-Urdinê yê li başûrê Derayê. Çalakvanan diyar kir ku endamên terorîst ên DAIŞʹê di şerê li dijî komên xwecih de erebeyeke bombebarkirî li taxa Rêya Bendavê ya bajarê Derayê bi kar anîn.

Çavkaniyan her wiha diyar kir ku erebe ber bi nuqteyeke komên xwecih ve diçû, lê komên xwecih ew erebe teqand, beriya ku bigihêje hedefa xwe."

‘GELO TÊKILIYÊN ‘ÎXWAN’ Û TIRKIYÊ DÊ BIKEVIN PAYÎZEKE BI HÊRS’

Têkiliyên dewleta Tirk a dagirker û koma Îxwan El Muslimîn bû manşeta rojnameya Şerq El Ewsat. Di nivîsa rojnameyê de tê gotin: "Diyar e ku dê mehên vê payîzê gelek bûyeran di rêveçûna têkiliyên endamên rêxistina Îxwan a ku li cem gelek dewletan di lîsteya terorê de û Tirkiyê de hilgire. Çavdêr û pispor dibînin ku Tirkiyê di nava 8 salan de cihekî ewle ji endamên Îxwan re peyda kir. Endamên îxwanî yên navdar bi tundî destgîrkirina alîgirên rêxistinê rexne kir, nexasim ku navbeynkariya rêveberên rêxistinê ji bo serbestberdana wan hatin redkirin.”

Di beşeke din a nivîsê de tê gotin: "Tirkiye di Adara borî, ji nû ve destpêkirina peywendiyên dîplomatîk bi Misirê re ragihand. Pê re dezghên çapemeniyê yên Îxwanî ku li Tirkiyê weşanê dikin hişyar kir ku zimanê tundiyê ku li dijî Misirê bi kar tînin, sivik bikin. Di heman mehê de, Tirkiyê derketina rojnameger û weşangerê îxwanî Heysem Ebû Xelîl qedexe kir. Her wiha bernameyên komeke weşangerên îxwanî rawestandin mîna Mutez Matar, Mihemed Nasir, Hemze Zobe, Hîşam Ebdullah ku piştre ji Tirkiyê derketin û dîsa bernameyên xwe weşandin.

Endamê Meclisa Neteweyî ya Têkoşîna li dijî Teror û Tundrewiyê ya Misirê û murdirê Navenda Fikr û Lêkolînên Stratejîk a Misirê Dr.Xalid Ekaşe wiha nivisî; agahiyên li ser destgîrkirina endamên rêxistinî û çapemenî yên îxwanî nîşan dide ku Tirkiye careke din têkiliyên xwe bi rêxistina Îxwanan re di ber çavan re derbas dike, bi taybet piştî ku ev endam êdî li ser wê bûne bareke rastîn û hewldanên vegerandina têkiliyan ne tenê bi Misirê re, lê belê bi gelek dewletên ereb re asteng dikin.

Lêkolerê kar û barên îslama siyasî û rêxistinên tundrew Mahir Ferxelî jî wiha nivisî; hemleya destgîrkirina endamên rêxistinê yan jî alîgirên wê, guhertineke cewherî ye di têkiliya navbera Tirkiye û Îxwanan de lê Tirkiyê hîna li ser rêgeza xwe bi îsrar e ku rêxistinê wek kaxizeke zextê li dijî dewletên ereb û rojavayî bi kar bîne.”

‘LI ÎMARATÊ HÊRSA LI HEMBER FIŞARÊN DYA’YÊ’

Der barê têkiliyên DYA-Îmaratê de rojanemya El Ereb wiha nivisî: “Daxuyaniyên şêwirmendê serokê Îmaratê yê kar û barên dîplomatîk Enwer Qerqaş, hêrsa îmaratiyan li hember îsrara Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) nîşan da ku heke Îmarat biryaran li gorî berjewendiyên wê pêk bîne dê wê li aliyê xwe bihesibîne û heke Ebû Dabî berjewendiyên xwe da pêş mîna ku pêk hatî dema hevbendiya OPEC+ biryara kêmkirina hilberandina petrolê da, dê Li dijî xwe bihesibîne.

Enwer Qerqaş got ne ji berjewendiya welatê wî ya ku hêzên mezin hilbijêre nexasim li gel hemleya dezgehên çapemeniyê yên Amerîkayê li dijî Îmaratê ku berpirsê biryara OPEC+ e.

Li gorî çavdêran, daxuyaniyên Qerqaş ji bo rêveberiya Biden peyameke diyar e ku Îmarat li hember têkiliyên Amerîka-Erebistana Siûdî bi baldarî tevdigere ku têkilî pirsgirêkên wê nebe. Ew dixwaze têkiliyan li ser zelalbûnê û dûrî tevgera lobiyan li Washingtonê ava bike.

Washington dewletên hilberînerên petrolê tawanbar kirin ku damara jiyana aborî dane Moskovê. Lê Îmaratê ku têkiliyên wê yên siyasî û aborî bi Moskovê re di vê dawiyê de geş bûne, israr dike ku kêmkirina hilberînê ne xwedî niyetên siyasî yên li dijî DYA`yê be.”