Lûtkeya G20’an li Endonezyayê dest pê kir

Li girava Balî ya Endonezyayê Lûtkeya G20’an bi beşdariya serokên welatên endam, dest pê kir. Di 2 rojan de dê encamên tevgera leşkerî ya Rûsyayê ya li Ukraynayê û çend mijarên din werin nîqaşkirin.

Lûtkeya G20’an li Endonezyayê dest pê kir
15 mijdar, 2022   07:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Lûtkeya G20’an li seyrangeha Nusa Dua ya girava Balî ya Endonezyayê dest pê kir. Wê serokên beşdar pirsgirêkên herî girîng ên cîhanê gotûbêj bikin.

Lûtke dê 2 rojan bidome. Axaftina destpêkê ji aliyê serokê Endonezyayê Joko Widodo ve hat vekirin. Widodo got: "Sala bê wê ji sala niha dijwartir be, divê pirsgirêkên cîhanî bi ruhê hevkariyê werin bersivandin."

Joko Widodo wiha lê zêde kir: "Cîhan li benda encamên Lûtkeya G20'ê ne, ji bo vê jî divê lûtke têk neçe, divê diyalog bingeh be."

Serokê Endonezyayê bal kişand ser wê yekê ku aloziya xwarinê û mijara ewlehiya enerjiyê bandorê li welatên paşketî dike.

Widodo her wiha got: "Divê em misoger bikin ku em ê nekevin nav şerekî nû yê sar. Ne tenê li hemberî gelên xwe, lê belê li hemberî gelên cîhanê jî berpirsyariya me hemûyan heye. Divê em cîhanê parçe nekin."

 (hs)