Serokên DYA û Çînê li hev civiyan

Di civîna G20’an de û hemwextî rageşiya aborî û ewlehiyê ya her du aliyan, serokê DYA’yê Joe Biden û serokê Çînê Xi Jinping hevdîtin kir. Ev civîna yekemîn a Biden a bi hempîşeyê xwe yê Çînê re ye.

Serokên DYA û Çînê li hev civiyan
14 mijdar, 2022   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro di ber civîna G20’an de ku li girava Balî ya Endonezyayê tê lidarxistin, serokên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Çînê hevdîtin kir.

Serokê DYA’yê Joe Biden got tu alternatîfa dan û standinên yekser tune ye. Her wiha hêviya xwe ya derneketina şer di navbera Washington û Pekînê de nîşan da.

Serokê Çînê Xi Jinping jî ji Biden re got: "Em hemû girîngiyê didin têkiliyên DYA-Çînê."

Her wiha destnîşan kir ku têkildarî dozên stratejîk ew amade ye dan û standinên vekirî bi Biden re bike.