Hediya Yûsif ji bo wefata Şêx Himêdî Deham peyama sersaxiyê da

Hevseroka berê ya Kantona Cizîrê Hediya Yûsif ji bo wefata Şêx Himêdî Deham El Hadî yê hevserokê berê yê Kantona Cizîrê ye, peyama sersaxiyê da.

Hediya Yûsif ji bo wefata Şêx Himêdî Deham peyama sersaxiyê da
13 mijdar, 2022   12:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka berê ya Kantona Cizîrê Hediya Yûsif ji bo wefata Şêx Himêdî Deham El Hadî yê hevserokê berê yê Kantona Cizîrê peyama sersaxiyê da.

Peyama sersaxiyê ya Hediya Yûsif wiha ye:

"Bi xemgînî û êş me agahiyê wefata şêxê qebîleya Şemer û hevserokê kantona Cizîrê Şêx Himêdî Deham El Hadî  bihîst. Agahiyeke bi êş bû min qet texmîn nedikir bibhîzim. Diyar e ku di rojên dawî de tenduristiya Şêx xirab bibû  û di encamê de wefat kir. Tenê dikarim bêjim ku ez vê êşê bi we parve bikin û asta giraniya wê ji bo malbat, qebîle û tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîs dikim. Ji ber wefata şêxê me yê merd, hezkirî ,yê ku her tim wesyeta biratî, têkiliyên durist û rêgezên mirovî dikir, bi rihekî tije bawerî, mezinahî û îsrara li ser jiyaneke bi rûmet û azad a li gorî xeta neteweya demokatîk, jiyana biratiya gelan, ez ji dil sersaxiya hemû endamên malbatê û hemû ferdên qebîleyê dixwazim. Her wiha sersaxiya tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwazim.

Şêx Himêdî serweteke bi nirx e û nirxekî giranbuha ye ku ji kurahiya dîroka eşîrtî  hatiye, ya ku mirovahî, edalet, hezkirin û xêrê û avakirina yekitiyê nas kiriye. Şêx bi fikrên rêber Abdullah Ocalan ê avakirina civakeke azad a demokatîk bawer kir û ev rê hilbijart û bû şoreşgerekî bi hemû wateyên gotinan. Her wiha roleke bi nirx di şoreşa Rojava de list. Ji destpêka Şoreşa Rojava ve ji bo têkbirina teror û dagirkeriyê xebitî. Di têkoşîna xwe de cihekî girîng wekî hevserokatiya kantona Cizîrê girt. Tevî ku temenê wî ji bo vê wezîfeyêmezintir bû, lê rêya têkoşîna şoreşgerî hilbijart. Ji ber ku bi rêgez û nirxên avakirina civakeke ya li ser bingehê biratiya gelan, edalet, aştî û demokratîk  bawer kir. Li ser vê yekê kesayeteke xwe ya bi hêz û mezin, bi cezaret, îsrar û leheng ava kir.  Şêx Himêdî Dehma El Hadî di avakirina têkiliyên biratî, biratiya Kurd û Ereban de pêşeng bû, ji kesên pêşîn bû yên ji bo avakirina vê yekitiyê xebitî da ku li hemberî êrişên dijminane yên li ser gelê Rojava bibe bersiv. Her wiha di banga ji bo berxwedanê de dudilî nebû û ji bo vê yekê ji bang li ciwanên Şemer û eşîrên din kir ku li hemberî DAIŞ û terorîstan bikevin refên berxwedanê. Ji ber xebeta wî ciwanên Ereb ji bo parastina welat û gel  tev li efên YPG û QSDʹê bûn û di oxira jiyaneke bi rûmet de bi xwîna xwe ya pak fedekarî kirin.

Bi van gotinên kêm ez xwe û hemû ferdên malbata merd a ku ez xwe wekî endamekî wê hesab dikim, xemgîniya xwe direvînim. Ji ber hevlatiya me û karê me yê hevbeş di rêvebirina kantona Cizîrê de, ji bo min cihê serbilindahiyê bû ku şêx û fikirên wî yên bi nirx yên dîrokî û civakî ji nêzîk ve nas bikim. Yekemîn tecrubeya ku li Rojava pêk hatî xurtkirina sîstema hevserokatî wekî tecrubeya demokratîk a bê hempa bû. Ev tecrube me ji fikirên rêber Abdullah Ocalan girt.

Bi navê xwe û bi navê hemû hevalên xwe, ez  sersaxiyê ji we re dixwazim. Bi hêvî me ku gotinek asta xemgîniya we kêm bike. Di wê baweriyê de me ku zarokên Şêx di xisûs û çanda şêx de bibin mînakên wî yên vejandina nirxên wî û têkoşîna li ser xeta wî û ya têkbirina dagirker û talankerên xêr û bêra welatê me, berdewam bikin.

Careke din ez sersaxiyê ji hemû ferdên malbatê, qebîleya Şemer û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet kantona Cizîrê re dixwazim û hêviya sebirê ji we  re dixwazim. Ji xwedayê mezin jî dixwazim cihê Şêx bike bihuşt û bibe ji kesên salih û fedekar li gel xwedayê. Her wiha ji xweda hêvî dikim ku mînakên Şêx li dunyayê zêde bike."

Hêjaya bi bîrxistinê ye ku Şêx Himêdî Deham El Hadî û Hediya Yûsif di Tîrmeha 2014ʹan de wekî yekemîn hevserokên Kantona Cizîrê hatin hilbijartin."

ANHA