Xwepêşandana girseyî ya li dijî êrişên kîmyewî dest pê kir

Beriya çend kêliyan li dijî êrişên kîmyewî yên dagikeriya Tirk ên li dijî gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi dirûşma "Bi îradeya gelan û gerîla em ê çekên kîmyewî, dagirkerî û xiyanetê têk bibin" xwepêşandanê dest pê kir.

Xwepêşandana girseyî ya li dijî êrişên kîmyewî dest pê kir
Xwepêşandana girseyî ya li dijî êrişên kîmyewî dest pê kir
13 mijdar, 2022   08:16
QAMIŞLO

Girseyên gel ên ji bajar, navçe û bajarokên kantonên Hesekê û Qamişlo yên herêma Cizîrê hatine li Çerxerêya Siyahî, Mizgefta Qasimo û Nexweşxaneya Ferman kom bûn ku ew cih ji aliyê komîteya amadekar a xwepêşandanê ve hatibûn diyarkirin. Dê xwepêşandêr ber bi Yarîgeha Şehîdên 12`ê Adarê ve bimeşin da ku beşdarî xwepêşandana navendî ya li dijî êrişên kîmyewî bibin.

Pêkhateyên ji navçe û bajarokên kantona Qamişlo (Dêrik, Rimêlan, Girkê Legê, Tirbespiyê, Çilaxa, Til Koçer, Til Birak, Til Hemîs, Amûdê û Qamişlo) û ji navçe û bajarokên kantona Hesekê (Şedadê, Hol, Til Temir, Dirbêsiyê, Zirgan, Hesekê) beşdarî xwepêşandanê bûne.

Her wiha endamên saziyên sivîl, saziyên jinan, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan, partiyên siyasî yên kurdî, erebî û suryanî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevî nûnerên deste û meclisên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma  Cizîrê û rûspiyên eşîran beşdar bûne.

Xwepêşandêr bênavber dirûşmên "Bijî berxwedana gerîla, Na ji êrişên kîmyewî yên Tirkiyê re, Bijî berxwedana rêber Ocalan, Na ji qirkirinê re" berz dikin. Her wiha pankertên bi nivîsên "Nebin şirîkên qetilkirina me û dagirkirina xaka me" bilind kirine.

Tê payîn ku li Yarîgeha Şehîdên 12`ê Adarê xwepêşandan veguhere mitîngê. Dê li wir bi navê Partiya Yekitiya Suryan, pêkhateya Ereb û Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin bên kirin.

Dê koma "Awazên Çiya" ya hunerî jî stranan pêşkêş bike.

ANHA