Şêniyên Minbicê şehîd Feysel El Hecî Mihemed oxir kir

Şêniyên Minbicê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Feysel El Hecî Mihemed bi merasîmeke heybet oxir kir.

Şêniyên Minbicê şehîd Feysel El Hecî Mihemed oxir kir
Şêniyên Minbicê şehîd Feysel El Hecî Mihemed oxir kir
Şêniyên Minbicê şehîd Feysel El Hecî Mihemed oxir kir
Şêniyên Minbicê şehîd Feysel El Hecî Mihemed oxir kir
Şêniyên Minbicê şehîd Feysel El Hecî Mihemed oxir kir
Şêniyên Minbicê şehîd Feysel El Hecî Mihemed oxir kir
Şêniyên Minbicê şehîd Feysel El Hecî Mihemed oxir kir
Şêniyên Minbicê şehîd Feysel El Hecî Mihemed oxir kir
10 mijdar, 2022   12:56
MINBIC

Di merasîma oxirkirinê de bi sedan şêniyên Minbic, endamên saziyên leşkerî, sivîl, jin û nûnerên ji partiyên siyasî amade bûn.

Li goristanê li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê efser Elî Hesen axivî û wiha got: "Tu gotin nikarin têkoşîn û berxwedana şehîdan wesif bikin, ji ber şehîdan canê xwe kir meşale ku rêya gelan ronî bike ku bigihînin azadiya xwe."

Hesen wiha domand: "Em soz û sonda xwe ji şehîd Feysel û hemû şehîdan re nû dikin û bi serbilindî dibêjin ku bi we hêz û israr me zêde dibe. Em ê rêya wan bişopînin. Hûn meşaleya me ne û em hemû projeyên şehadetê ne."

Li aliyekî din jî, Hevseroka Meclisa Qanûnsaz Sîham Hemo li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê wiha got: "Em sersaxiyê ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn, malbatên şehîdan û dayikên wan re dixwazin. Şehîdên me di oxira welat di ewlehî û îstîqrarê de be canê xwe da. Em soz didin wan ku têkoşînê li hember dijmin bilind bikin."

Dûre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mehmûd Ebû Îdo wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Feysel El Hecî Mihemed di 8′ê Mijdarê de li Minbicê şehîd bûbû.

(fr)

ANHA