​​​​​​​Rojnameyên erebî: Biryareke nû ya hikumeta Şamê tê rexnekirin

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih da rewşa jiyanî li herêmên serweriya hikumeta Şamê, tevgera Îxwan Muslimîn li Sûdanê û aloziya siyasî û aborî ya li Lubnanê.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Biryareke nû ya hikumeta Şamê tê rexnekirin
9 mijdar, 2022   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

‘SÛRIYEYÎ JI BER FERZKIRINA BACAN LI SER XEBATA LI MALÊ, BI FIKAR IN!’

Têkildarî kar û barên Sûriyê rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivisî: “Hikumeta Şamê ragihand ku niyeta wê heye ruxsetan li ser pîşeyên fikirî yên li malan bibire. Hate eşkerekirin ku dê di çend rojan de ev biryar bê dayîn. Li hember vê yekê bertek derketin. Nexasim ku hikumetê got armanca wan ji vê gavê piştevaniya xebatên ciwanan û parastina mulkiyeta wan a fikirî ye. Nexasim ku gerînendetiyeke girêdayî hikumetê ji bo parastina fikirî heye.

Li gorî rexnegiran, ev biryar piştgiriya xebatên pêşîn ên ciwanan nake, lê belê kontrola hikumetê û bacan li ser jêderên qûtê û projeyên biçûk di malan de xurttir dike. Her wiha gotin dibe ku ev biryar destpêkek ji bo ferzkirina bacan li ser berhemên fikirî be.

Hinekan jî bi hêrs bertekên xwe nîşan da û got: "Xelk ji ber bêkariyê ji birçînan mir. Hikumet jî her biryarên belave dide."

Daxuyaniyên fermî destnîşan dikin ku li gorî biryara ku tê payîn, hemû kesên ku di mal de kar dikin, eger gilî li cem Wezareta Karên Hundir were kirin ku kesek di mal de bê ruxset kar dike, dibe ku rastî lêpirsînê were. Her wiha ev yek dê bibe sedema binpêkirinê û dê cezayên pereyan li ser bê ferzkirin. Her wiha ev biryar, bikaranîna sicîlê bazirganiyê di bin navê pêkanîna karên bazirganiyê yên din de qedexe dike û dê li gorî biryara bi hejmar 8 a sala 2021`an sicîl betal bibe û xwediyê wê muxalefe bike.”

‘EL BURHAN ÎXWANÎ HIŞYAR KIRIN’

Der barê rewşa Sûdanê de rojnameya El Beyan wiha nivisî: “Serokê Meclisa Serdestiyê ya Demkî ya Sûdanê Ebdulfettah El Burhan alîgirên Partiya Kongreya Nîştimanî ya jihevketî û tevgera îslamî hişyar kirin û jê xwest ji artêşê dûr bikevin. Her wiha destnîşan kir ku hêzên çekdar, dê ji wan re nebe rêyek ku careke din vegerin ser desthilatê.

Edîtorê rojnameya El Cerîde Eşref Ebdulezîz ji El Beyan re wiha nivisî û got li qada siyasî ya Sûdanê guhertinên mezin rû didin. Nexasim piştî bangewaziyên mekanîzmeya sêalî ku di nîvê vê mehê de civînek ji pêkhateyan re bê lidarxistin. Hevalbendên xurt ava dibin ku ji aliyên siyasî pêk tê ku bandor li xebatên siyasî dike, mîna Partiya Yekitiya Demokratîk bi serkêşiya El Mîrxenî û Partiya Kongra Gel.”

‘KRÎZ DÎSA BERÊ LUBNANIYAN DIDE KOLANAN’

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Roja sêşemê, yekîneyên taybet ên artêşê tetbîqatên li ser mudaxeleya li xwepêşandêran, li gelek deverên welat pêk anîn. Ev jî hemwextî wê yekê ye ku hin çavkaniyên navxweyî û navneteweyî çaverê dikin ku ji bo protestokirina şert û mercên giran ên aborî û civakî ku qeyrana siyasî ya li welat kûrtir kiriye, dîsa lubnanî vegerin kolanan."

Fermandariya artêşê bi rêya hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku yekîneyan "li herêmên Emşît, Terablus, Cibêl (bakur), Beyrut û li Seyda (başûr), tetbîqatên mudaxeleya li xwepêşandêran, pêkanîna serdegirtin û girtina kesên tên xwestin, pêk aniye."

Ev 3 sal e ku li Lubnanê krîzeke aborî ya dijwar heye. Ev yek jî hemwextî têkçûna nirxê pereyê welêt, kêmbûna sotemenî û dermanan, her wiha kêmbûna hêza kirînê ye.

Di nava rewşa aborî û civakî ya xirab de, civînên têkçûyî yên ji bo hilbijartinê tên lidarxistin.

Lihevnekirina komên siyasî ya ji bo serokekî nû yê welat, giraniya krîza aborî ya welat kûrtir dike.

Li pêş xitimîna asoyên çareserkirina qeyrana siyasî ya heyî, dîplomat û şîrovekarên herêmî texmîn dikin ku lubnanî ji ber buhayên bilind û hêza kirînê ya lawaz, dîsa vegerin xwepêşandanên kolanan.”